ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN 2017-12-04 09:00:39 * JES'ên li ser axên çandiniyê tên avakirin, cotkarên Aydinê bê zar kir. Cotkaran aşkera kir ku bi JES'an re qalîteya berhemên wan dikeve û gotin ku "Di nava ew qas jehrê de dê çawa hilberîn bê kirin." * Di bawerî û ola êzidiyan de cîhên herî pîroz qube ne. Qubêyên pîroz ji bo civaka êzidî hem cîhên baweriyê, hem jî di fermana de bûne cîhên berxwêdanêne. Di fermana 73’yemîn de qube ji bo gelê êzidî bûn parastgehên mezin û heya 12 têkoşer xwe bigihênin wan.   * Di 29'ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kirin. Qeyûmê xwest rêya Kolana Cumhuryetê ji nû ve çê bike, qet dawiya wê nehat. Bi hatina zivistanê re rê tev bû herî û esnaf îsyan dikin û aşkera kirin ku ji ber ku herêm bi herî ye ew nikarin kar bikin.   *  Saziyên wekî Pale Huner, Şanoya Bajêr a Amedê û Mala Hunerê ya Duçemê dê di meha Kanûnê de bi bernameyên têr û tijî derkevin pêşberî huner hêzan. Di bernameyên saziyan de fîlm, nîqaşên wêjeyê, xwendina helbestan, dîwana dengbêjan û muzîk derkeve pêş.   * Pisporê Xizmeta Civakî Firat Yildiz, diyar kir ku welatiyên di warê fîzîkî de astengdar in, di nav jiyanê de gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û ev tişt hat gotin: "Pergal û civak kesên astengdar wekî kesên bê kêr û pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî dibînin."   * 37 leşkerên li navçeya Pasûrê komkujî pêk anîn, doza der barê wan de piştî 26 salan bi hinceta "bê şopandinê" dosya hat girtin. Bi vê dozê re careke din zelal bû li Tirkiyeyê hiqûq ji bo kê dixebite.   * Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadir Yildirim li Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrî kir. Yildirim aşkera kir ku cara ewil e li Sûriyeyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartinek pêk tê.   *120 akademisyenên ku ji ber îmze avêtin danezana aştiyê der barê wan de doz hat vekirin sibê derdikevin pêşberî dadger. Akademisyenan diyar kirin ku îro pêvajo wan mafdar derdixe û wiha gotin: "Em li pişt îmzeyên xwe ne."    * Dê di 6'ê Kanûnê roja Çarşemê doza Fîgen Yuksekdag û 7'ê Kanûnê roja Pêngşemê doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Enqereyê bê dîtin. Der barê dozê de wekîlên HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Sîbel Yîgîtalp  li Yekitiya Mulkiyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (11.00)   * Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" di roja 391'an de li Kolana Yukselê ya Enqereyê dewam dike. (13.30/18.00)   * Dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê, dê li avahiya bajêr kongreya xwe pêk bînin. Dê Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen beşdarî kongreyê bibe. (11.00-13.00) BI DÎMEN E   * Danişina doza Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî astengiyên li pêş siyaseta demokratîk girtina wekîlên xwe li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)    * Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad dê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora meha Mijdarê ya binpêkirinê mafên çapemeniyê û rojnamegeran bi raya giştî re parve bike. (11.00)