Mezlûm Ebdî piştî Bagdadî navek din aşkere kir: Berdevkê DAIŞ'ê li Cerablusê hat kuştin 2019-10-27 21:21:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Abdî, piştî kuştina Serokê DAIŞ'ê Ebubekir El-Bagdadgî daxuyand, aşkere kir ku Berdevkê DAIŞ'ê Abu Hessn El-Mûhacir jî li Cerablûsê hatiye kuştin.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku di operasyoneke hevbeş a hêzên wan û hêzên Amerîkayê de, alîkarê Ebû Bekir Bexdadî Berdevkê DAIŞ‘ê Ebû Hesen Muhacir li Cerablusê hat kuştin.    Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê ragihand ku Ebû Hesen Muhacir li gundê Eyn El-Beyze yê li nêzîkî Cerablusê yê di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de ye hat kuştin.   Ebdî diyar kir ku kuştina alîkarê El-Bexdadî encama operasyoneke hevbeş a rasterast a navbera îstixbarata QSD  û hêzên Amerîkaiyê de çêbûye.