Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin 2017-12-03 20:15:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên QSD'ê yên ku beşa herî zêde ji şervanên YPG/YPJ'ê pêk tên, rojhilatê Dêra Zorê bi tevahî ji DAIŞ'ê rizgar kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya ku herî zêde ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêk tên, aşkera kir ku bi hevkariya eşîrên ereb û desteka Rûsya û Koalîsyona Navnetewî, herêma rojhilatê Dêra Zorê bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. YPG’ê jî diyar kir ku ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.   Daxuyanî li Taxa El-Salihiyê ango yekemîn taxên rojhilatê bajarê Dêra Zorê hatiye rizgarkirin, ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd ve hat xwendin.   Li vir Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsyayê ya Himêmîm Generalê Rûs Alex Kim, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclisa  Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif jî amade bûn.   Daxuyaniya ku hat xwendin wiha ye:   “Bi berxwedana lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel a bi hevkariya eşîrên ereb ên herêmê li dijî terorê şer dikin, herêma Dêra Zorê ya rojhilatê Çemê Firatê bi temamî ji terorê hat rizgarkirin. Ev yek bi piştgiriya hêzên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê pêk hat.   Em tevahiya gelê xwe yê Sûriyeyê bi vê serkeftinê pîroz dikin û spasiya hêzên navneteweyî yên wekî Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyaya ku alîkariya esmanî, lojostîk û şêwirmend,yê daneye dikin.   Em hêvî dikin ku ev piştgirî bêhtir xurt bibe û parastina esmanî bêhtir were zêdekirin. Bi dawîkirina şerê li dijî terorê re, peywirên stratejîk ên avakirina jiyaneke aştiyane û avakirina binesaziya welat, dertên pêşiya me.   Di demek nêz de dê rêveberî û meclisên bajêr ên ji serokên eşîran, rûspî, kesayetên maqûl pêk tên, dê bên avakirin. Ev rêveberî û meclis li gorî rêgezên demokrasiyê, biratiya gelan û Rêveberiya Xweser ên ji ereb û kurdên herêmê pêk tên, bên avakirin.   Dê li wê herêmê bi pergala demokratîk, bime mînaka demorasiya li Sûriyeyê. Li vir dê azadiya hemû pêkhateyên gelên li Sûriyeyê bê misogerkirin. Di serî de Amerîk û Rûsya em bang li hemû hêzên navneteweyî, yên ku destê wan di Sûriyeyê de heye dikin ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê çareseriyên aştiyane û demokratîk bi pêş bixin.   Em amadene ku bi dost û hevalbendên xwe yên di şerê li dijî DAIŞ’ê de şer dike, bên gel hev û odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.   Bijî Sûriyeya azad û demokratîk. Bijî yekitiya gelan   Ji teror û hêzên piştgiriya wê dikin re, mirin   Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)