Gelê Girê Spî li dijî êrişan di parastinê de ne 2019-10-27 17:46:12   GIRÊ SPÎ – Li diji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel hêzên QSD'ê gelê Herêma Girê Spî ji ketiye paratinê. Gelê herêmê çek hilgirtin û bi şev û roj nobetê degirin.    Tirkiyeyê bi tevlêbûna TSK û OSO li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de bi tang, top û balafirên şer, dest bi êrîşan kiribû. Êrîşên Tirkiyeyê li gel biryara agirbestê ya di nabera Tirkiye û DYA'ê û Rûsyayê de dîsa li ser axa herêma Serêkaniyê û Girê Spî di roja 19'an de didomin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa OSO/"SMO" operasyonên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dikin. TSK û OSO bi tang û topan heremê bobme dike. Li gel Hêza Sûriyeya Demokratik (QSD) gelê Girê Spî heta xeta Kobanê parastinê dike. Ji bo parastine gel rahist çekan û ket nava tevgera parastinê. Di navde mamoste jî heye gelek welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku êrîşên li diji wan nayê qebûl kirin û dê li dijî êrîşan xwe biparêzin.    JI BO PARASTINE RAHIŞTIN ÇEKAN   Ji welatiyên Girê Spî Mamosteya 26 salî Zehra Mislim diyar kir ku êrîşên li dijî wan berdewam dikin û ji bo xwe ji êrîşên li ser gel û jinan biparêzin neçar mane ku rahiştin çekan. Mislim, anî ziman ku ew li mala xwe û gundê xwe nobetê digirin û gundê xwe ji êrîşan diparêzin. Mislim, anî ziman ku ji ber êrîşan heta niha li 50 qadan dibistanên wan hatine girtin û wiha got: "Nêzî hezar xwendekar nikarin biçin dibistanê. Dayik û bavê wan li dijî êrîşan rahiştine çekan. Ji bo em zarokan ji êrîşan biparêzin em şev û rojê nobeta gund digirin.    MA / Nazim Daştan