Trump: Bagdadî hat kuştin 2019-10-27 17:03:49   NAVENDA NÛÇEYAN -  Serokê DYA'yê Donald Trump, derket pêşberî kamerayan û diyar kir ku Rêberê DAÎŞ'ê Ebubekir el Bagdadî hatiye kuştin û wiha got: "El Bagdadî êlekê întîharê bi xwe de teqand û xwe û 3 zarokên xwe kuştin."     Serokê DYA'yê Donald Trump, derket pêşberî çapemeniyê û diyar kir ku Rêberê DAÎŞ'ê Ebubekîr el Bagdadî kuştin. Trump, ewil der barê kuştina Rêberê DAIŞ'ê El Bagdarî de li ser hesabê medya civakî got "Tiştekî gelek mezin buye" Piştre Qesra Spî diyar kir ku Trump dê saet di 16.00'an de daxuyaniyek girîn bide. Beriya ku Trump daxuyaniyê bide, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî, li ser hesabê medya civakî ku Trump jî etîket kir got: "Piştî şopandina 5 mehan bi operasyona hevpar Rêberê DAIŞ'ê Ebubekir El Bagdadî hatiye kuştin" û agahi bi raya giştî re hat parvekirin. Piştî Abdî li ser medya civakî kuştina Bagdadî parve kir, Trump, li Washingtonê daxuyanî da çapemeniyê. Trump, diyar kir ku Rêberê terora DAIŞ'ê Ebubekir el Bagdadî hatiye kuştin û wiha got: "Bagdadî ket tunela ku deriyê derketina wê tune ye. Piştre giriya û mir. Bagdadî alîgirê tundiyek pir bi hovîtî bû. Bi hovîtî jiyana xwe ji dest da. Wekî tirsokekî reviya û mir. Bagdadî li gel xwe 3 zarokên xwe jî kuşt.  Êlekê întiharê li xwe kir û xwe û 3 zarokên xwe bi hevre kuşt. Ji bo operasyonê em spasiyên xwe ji Rusya, Tirkiye, Irak û Kurdên Sûriyeyê re dikin. Ez dixwazim ji Tirkiyeyê, Rûsyayê, Kurdên Sûriyeyê û Iraqê re spasiyên xwe pêşkêş bikim." Daxuyaniya Trump didome.