Başaran: Tirkiye ji bo DAIŞ derbas bibe sînorê xwe vekir 2019-10-27 15:08:04   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Qoserê 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Parlamentera HDP’ê Başaran, diyar kir ku naxwazin li Rojava aştî pêş bikeve û wiha got: "Ji bo ku DAIŞ di sînor de derbas bibin deriyê xwe vekirin."     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qoserê 3’emin Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. HDP'ê bi şîara “Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxstin bikin, em berê xwe bidin faşîzmê" kongre li dar xist. Di kongreyê de Parlamenterên HDP'ê  Ebru Gunay, Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik, Zeynî îpek, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Endamên Meclîsa HDP'ê, Komeleya 78'an û gelek kesên din amade bûn. Kongre bi avakirina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Emine Koç axivî û banga yeakîtî û tifaqa gelê Kurd kir.    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku Kurd ji bo li ser axa xwe azad bijîn hezar salin têkoşîna jiyana azad didin û wiha got: "Bi taybetî di sed salên dawî de hêzên navneteweyî xetên sînorên me li gorî xwe xêz dikin. Dixwazin mafê Kurdan ji destê kurdan bigirin. Dixwazin Kurdan bê heq û hiqûq bihêlin. Dixwazin bi destê AKP û MHP'ê Kurdan tune bikin. Di 5 salên dawî de her roj şer û kuştin heye. Bajarên me xera kirin. Bi sedan hevalên me di jêrzemînan de li pêş çavê cîhanê hatin şewitandin û kuştin. Bi hezaran hevalên me di nava çar dîwaran de girtî ne. Dixwazin ziman, çand û nasnameya Kurdan bidin ji bîrkirin. Li Rojava armanca wan ne avakirina aştiyê ye. Dema DAİŞ'ê li ser sînor mirov qetil dikirin tu pirsgirêka wan û dewletê bi hevre tune bû. Ji bo DAÎŞ derbas bibe deriyê sînorên xwe vekirin. Piştî gelê Rojava û Gelê Sûriyeyê li diji DAIŞ berxwedanek dîrokî dan, Tirkiye ev yek qebûl nekir û dîsa êrîş kir. Ev polîtikaya xwe li Efrînê xistin meriyetê. Bi çeteyên xwe êrîş kirin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê êdî em yek bin û dem dema yekîtiyê ye."     Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Ji bo Hevserokên HDP'ê ya Qoserê Yekta Zankirtli û Kadrî Işik hatin hilbijartin.