Danişîna doza Fatma Şengul sibê ye 2019-10-27 13:42:04   STENBOL - Zeynel Akbaş ê Fatma Şengul li pêş mala wê kuşt û bi daxwaza cezayê muebbeta giran tê darizandin, dê sibê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger. Keça Fatma Şengul Açelya Şengul, beriya danişînê bang li hemû jinan kir u xwest piştevaniya wan bikin.    Fatma Şengul li taxa Gulensu ya Navçeya Maltepe ya Stenbolê di 29'ê Adara 2019'an de dema xwest serê sibê biçe kar, Zeynel Akbaş gule berdayê û ew li pêş mala wê kuşt. Danişîna dozê dêi sibê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Herêma Anadolu ya Stenbolê bê dîtin. Dozger der barê Zeynel Akbaş de bi sucdariya "Kuştinê" cezayê muebeta giran û bi sucdariya “çeka bê ruhsat li ser xwe gerandiye' Ji salekê heta 2 salan ceza dixwaze.    Keça Fatma Şengul Açelya Şengul, beriya danişînê bang li hemû jinan kir u xwest piştevaniya wan bikin. Açelya Şengul, diyar kir ku dema dayika wê li cihê kar dixebitî rastî gelek zor û zahmetiyan dihat û wiha got: "Dayika min got 'Li cihê kar zilamek heye.  Ji bo tazminat bistîne dixwaze wê ji kar derxe. Ez li wir pir diwestim. Ez êdî naxwazim li wir kar bikim.' Dayika min li gel ev yek ji şefê kar re anîn ziman dîsa tu tedbîr nehatin girtin.  Roja din dayika min ji aliye Zeynel Akbaş ve bi 4 guleyan hat kuştin. Ji bo edalet cihe xwe bibîne ez bang li hemû jinan dikim ku li pêş Edliyeya Kartalê kom bibin.