Ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê parvekirina 'Operasyona dîrokî' 2019-10-27 11:40:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) Mazlum Abdî, piştî îdîaya 'Rêberê DAIŞ'ê Ebubekîr el Bagdadî hat kuştin' parvekirinek balkêş kir û got: "Di encama îstîxbarata hevpar a bi DYA'yê re operasyonek serkeftî û dîrokî bû."     Hat îdiakirin ku Rêberê DAİŞ'ê Ebubekir el Bagdadî dema ji Idlibê direviya Tirkiyeyê 5 km nêzî sînorê Tirkiyeyê li Gundê Barishayê hat kuştin. Piştî vê îdîaya kuştina Bagdadî, Fermandarê Giştî yê Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî parvekirinek balkêş belav kir. Mazlum Abdî, piştî îdîaya 'Rêberê DAIŞ'ê Ebubekîr el Bagdadî hat kuştin' parvekirinek balkêş kir û got: "Di encama îstîxbarata hevpar a bi DYA'yê re operasyonek serkeftî û dîrokî bû."     Abdî bi vê parvekirinê peyama ku di operasyona li dijî Rêberê DAÎŞ'ê Bagdadî de QSD'ê jî cihê xwe girtiye, da.    Li aliyê d8in Ajansa Nûçeyan a Reuters'ê jî nûçe parve kir û diyar kir ku dema Bagdadî direviya Sînorê Tirkiyeyê hatiye kuştin.    Serokê DYA'yê Donald Trump li ser hesabê xwe peyama "Tiştekî pir mezin çêbû" parve kir. Li ser vê yekê hat gotin ku dibe DYA li dijî Rêberê DAIŞ'ê Ebubekir el-Bagdadî û yekîneyên DAIŞ'ê li Idlibê operasyon pêk anîbe û Bagdadî di vê operasyonê de hatibe kuştin.