Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin 2017-12-03 18:13:25     ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li Kolana Yukselê dewam kir û di êrîşa polîsan de 6 kes vê êvarê hatin binçavkirin.   Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça piştî bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin karê xwe dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 390 roj e ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça hatiye destpêkirin dewma dike. Girseya li Kuçeya Konurê li hev civiya, xwestin li ber Birdariya Mafê Jiyanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan ji çalakgeran re astengî derxist. Çalakvanan di çalakiyê de pankarta "Greva birçîbûnê 270 rojî de ye, bila Nuriye û Semîh vegerin karê xwe" vekirin.    Polîsan êrîşê çalakvanan kir û di êrîşê de Acun Karadag, Îlker Işik, Perîha Pulat, Omur Tekîn, Sîmge Aksam û Musstafa Keçelî binçav kir.