ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-27 09:01:03   * Serokê PDK-T'yê Mehmet Emîn Kardaş, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û diyar kir ku pêdiviya gelê kurd bi yekitiyê heye û got: "Gava yekitî di mejiyê me de bi cih bibe, wê demê ê dinya jî guhdariya me bike."   * Parêzer Încî Încesagir, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkale û Girtîgeha Jimare 1 û Jimare 2 ya yaTîpa T a Bandirmayê, gardiyanên ku lêgrîna tazî li girtiyan ferz kirine û bi vî awayî gef li girtiyan xwarine: "Ez dewlet im, hûn terorîst in. Ev girtîgeha, girtîgeha sirgûnê ye."    * Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, diyar kir ku derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê û operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, darbeya li dijî fikra Ocalan a “Komara Demokratîk" e û wiha got: “Ger ku fikra Komara Demokratik têkeve meriyetê dê kirîza aborî, siyasî û civakî jî bi dawî bibe."    * Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer û Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe, derbarê îdiayên ku tê gotin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn nirxandin û gotin, divê heyetêns erbixwe lêkolînê bikin.    * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriyaye û got, piştî vê dor tê Îdlibê.    * Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmez, bal kişand nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Heger em nebin yek em ê pir êşan bikişînin. Çare, tenê yekîtiya neteweyî ye."    * Waniyan, bang li partî û saziyên kurd kirin ku "demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin."    * Cotkarên Qoserê, diyar kirin ku desteke ji bo çandiniyê kêm e û gotin: "Heger wisa dewam bike, wê sala bê cotkar dev ji pembo berdin. Em ê bîrên xwe bigirin, traktorên xwe bifiroşin û karine din bikin."    * Jin bi hevre bi hêz in, di çarçoveya "Cînayetên jinan bi lez rawestînin" dê li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê li hev kom bibin. (15.00)   * Meclîsa Jinan a HDK'ê ya Stenbolê dê li Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê panela bi mijara "Jin û Krîz" li dar bixin. (15.00)   * Meclisa HDK'ê ya  Sultangazî dê li Cemxaneya Gazî bi ser navê "Krîza Aborî û Şer" panelê li dar bixin. (16.00)