Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em li şûna şer ji tenduristiya jinê re butçeyê dixwazin 2019-10-26 19:01:28   ENQERE - Meclîsa Jinan a KESK'ê, daxuyanî dan û xwest hikûmet dest ji polîtikayên şer berde û gotin: "Em dixwazin li şûna şer, gule, tang û topan, butçeyê ji tenturistî û perwerdehiya jinan re veqetinîn.   Meclîsa Jinan a KESK'ê, piştî civina 3'emîn a serdema 9'emîn a Meclîsa Jinan, li Navenda Giştî ya Egîtim Sen'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Jinan di civîna çapemeniyê de bi sernavê "Ne şer, hema niha aştî" daxuyanî dan. Rêvebera Şaxa 2'emin a Tum Bel-Sen'a Îzmirê Yaşar Yilmaz daxuyanî xwend. Yilmaz, xwest li şuna polîtîkayên şer, tang, top û guleyan butçeyê ji tenduristî û perwerdehiya jinan re veqetinin. Yılmaz, anî ziman ku kesên serdest û aqilê mêr, ji bo îktîdara xwe mezin bikin, şerê parvekirinê dimeşînin û wiha got: "Ev şerê parvekirinê li pey xwe mirin, xizanî, kuştin, talankirin, xerakirin, êş, xemgîniyê li pey xwe dihêle. Ji bo mafê jinan, kedkaran û azadiya gelan bê parastin û cînayeta jinan bê rawestandin, divê em bi hevre têkoşînê xurt bikin. Meclîsê bi biryara operasyona li dijî Sûriyeyê stendiye, welat bêtir xistiye nava celbê. Bûse sedema kuştina sedan mirovan. Ji ber şerê heyî her roj hêjmara cînayeta jinan zêde dibe. Peymana Îstanbol li ber çavan nayê girtin. Di şer de jin ji aliyê DAIŞ'ê ve tên revandin. Li bazara koleyan tên firotin. Bi zorê ji cihên xwe tên koçkirin. Xizanî û nelirêtî her ku diçe kur dibe."    Yilmaz xwest bi lez dest ji polîtikayên şer berdin û li şûna wê butçeyê ji tenduristî û perwerdehiya jinan re veqetînin.