Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe 2019-10-26 14:22:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên Komeleya Mafê Mirovan ÎHD'ê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku rewşa girtiyên nexwşe giran dibe.     Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Wan û Colemêrgê, bi boneya 26’ê Mijdarê Roja Mafên bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiyên şaxên ÎHD’ê hatin lidarxistin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ferzend Taş di daxuyaniyê de axivî û got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê, li dijî kapasîtaya 220 hezar 280 hezar girtî hene. Di nava van girtiyan 457 jê girtiyên nexweşîna giranin û bi giştî jî hezar û 334 girtî girtiyên nexweşin.      Taş bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn jî û wiha bilêv kir: “Qawîş pir qerebalixin. Mafê tenduristiyê tê asteng kirin. Girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Di muayeneyan de kelepçê venakin. Girtiyan dereng derdixin revîrê û hwd.”   WAN    Li Wanê jî, şaxa ÎHD’ê li avahiya xwe bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist.  Endamê Lijneya Meclîsa Komeleya Mafê Mirovan Kasim Kalkan daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Kalkan, diyar kir ku ji sala 2017’an ve li girtîgehên Tirkiyeyê 44 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Ji ber kêmderfetiyên li girtîgehan girtî bi mirinê re rû bir û hatine hiştin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayin berdan. Ev jî dibe sedem ku girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin.”   AMED    Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî, daxuyanî da. Parlamentera  HDP'ê ya Sêrê Meral Daniş Beştaş û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: "Li girtîgehên Tirkiyeyê 457 girtiyên nexweşîna girina hene  û bi giştî jî 334 hezar girtiyên nexweş hene û divê derve de bên dermankirin. Her roja diçe hejmara girtiyên nexweş zêdetir dibe. Lê Wezareta Dadê  daneyên herî dawî bi raya giştî re parve nake."   ÊLIH    Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî heman daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş bên berdan. ÎHD'ê da zanîn ku girtîgeh ji bo girtiyan bûye cezayek nû û xwest şert û mercên girtiyan demildest bên sererast kirin.   Li Edenê, Mêrsîn, Antalya û Hatayê jî heman daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniya de daxwaza berdana girtiyên nexweş hatin kirin.