Can: Niha ji bo kurdan dema yekitiyê ye 2019-10-26 12:59:17 STENBOL - Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, diyar kir ku gelê kurd ê ku îro li Tirkiyeyê “Tune tên hesibandin” di bala gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk a cîhanê de weke gelekê hemdem, bi rûmet û rêzdar tê silavkirin. Can, da zanîn ku ji bo kurdan niha dema yekitiyê ye.  Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajoya hevpeymanê ya di navbera DYA û Tirkiyeyê, Tirkiye û Rûsyayê de nirxand û bal kişand ser yeketiya kurdan.    Can, diyar kir ku Rûsya di vê pêvajoyê de hevgirtina Sûriyeyê esas digire û wiha axivî: “Ji bo vê Rûsya wê li gorî têkiliyên bi QSD’ê re hatine avakirin, polîtîkayên xwe pêş bixe. Rewşa têkiliyên Rûsyayê yên bi Tirkiyeyê re, parastina derza têkiliyên DYA û NATO’yê ye. Li aliyê din jî dixwaze Tirkiyeyê ji ser axa Sûriyeyê bide vekişandin.”   'NIRXANDIAN DEMOKRASÎ Û XWESERIYÊ TÊ FÊMKIRIN'   Can, anî ziman ku Rûsya di têkiliyên xwe yên bi QSD’ê re, dixwaze di nava  ahengekê de be ji bo hevgirtina Sûriyeyê û wiha got: “QSD jî divê mijarê de balê dikişîne ser ‘rêveberiya demokratîk û xweser.’ Ev yek girînge. Lê ne diyare ku Rejîma Sûriyeyê vê çiqasî qebûl bike. Wisan xuya dike ku evê ne veguhere pevçûnê. Lê dibe ku cih bi cih rageşî derkevin. Rûsya niha rolê dengekirina Esad dilîze    ‘DYA DIXWAZE BÊÇARESER BIHÊLE’    Can, darbarê vekişandina Trump a ji Sûriyeyê de axivî û wiha dewam kir: “DYA’yê di sala 2018’an de biryar da ku ji Sûriyeyê vekişe. Ev nayê wê wateyê ku dê dest ji Sûriyeyê berde. Ev tê wateya guhertina tifaqa têkildarî Sûriyeyê û heta têkildarî Iraqê. Di Referandûma Serbixwetiyê ya li Herêma Federal a Kurdinê hat lidarxistin de, em helwesta Amerîkayê ya ji bo Efrînê bînin bîra xwe û em werin ser helwesta wê ya ji bo Rojava. A rastî Trûmp di sala 2018’an de biryar girt ku ji Sûriyeyê vekişe. Ji berk u Pentagan û Karên Derveyî wealt ketin navberê ev biryar hat taloqkirin. DYA niha jî dibêje ‘Sûriye pir tevlîheve, ez nikarim rast rast mudaxil bibim û Kurdan biparêzim. Berdin bila şer bikin, bi westin û rihandin bibin. Ezê dest xwe venekişînim. Ger bê çareser bimînin jî, ji xwe ê hewcedarî me bibin. Emê disan gazî wan bikin.’”    ‘NIHA DEMA YEKITIYÊ YE’   Can,  anî ziman ku kurdan pêvajoya tasfiye derbas kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şaxsê QSD’ê de kurdan pêvajoya tesfiyekirinê derbas kirin. Kurdên ku li Tirkiyeyê ‘Tune tên hesibandin’ di bala gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk a cîhanê de weke gelekê hemdem, birûmet û rêzdar tê silavkirin. Yên ku duh Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin, îro Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Abdî vedixwînin Qesra Spî. Ji ber vê niha ji bo kurdan dema siyaseta demokrastîk dîplamasiya vekiriye. Niha dema piştevanî û hevdîtina bi gelên cîhanê re ye. Bêguman niha dema yekitiyê ye.”