Rojnamevan Damar tahliye bû 2019-10-26 11:31:08   STENBOL – Rojnamevan Mehmet Siddik Damar ê girtî hat tahliyekirin.    Rojnamevan Mehmet Siddik Damar ê Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hat girtin dikir ji ber parvekirinên di hesabên xwe yên medya civakî de û nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” di 30’ê Nîsana 2018’an hatibû girtin. Di derbarê rojnamevan Damar de biryara berdanê hat dayîn.    Parêzerê Damar bi daxwaza ji bo înfaza wî bê rawestandin îtîraz kiribû. Serlêdana parêzer hat qebûlkirin û Damar ji Girtîgeha Sîlîvriyê hat berdan.