DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin 2017-12-03 16:38:11 ŞIRNEX  - Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê li bajarê ku bi hezaran mal hatin wêrankirin kongreya xwe lidarxist û Mehmet Tunç bi bîr anî. DBP'ê di kongreyê de peyama “Dîroka Kurdistanê ji nû de nivîsandin. Mîrasê wan ê herî mezin jî ev bû” da.   Rêxistina Navçeya Navendî ya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte, li Şirnexê ku di qedexeya derketina derve de bi hezaran mal hatin wêran kirin li dar xist.  Kongre li salona konferansê ya nû hatî çêkirin, navê Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel lê hatin kirin de, hat lidarxistin.  Meclîsa Dayîkên Aştiyê, hevşaredariyên li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin, partamentera HDP’a Şirnexeê Aycan Îrmez û ji 200’î de zêdetir welatî beşdarî kongreyê bûn.    CIH LI SALONÊ NEMA   Welatiyên xwestin kongreyê bişûpîn in, ji ber ku cih nema necar man ku kongreye li ser piyan bişopînin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî kongreyê dan. Piştî dîvan hat hilbijartin, deqeyek rêzgirin, dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Parlamentara HDP’ê Aycan Îrmez di kongreyê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi dawî bibin, divê tecrît bê bidawîkirin. Divê mafên gelê kurd bên dayîn û naskirin.”    ‘DÎROK JI NÛ DE NIVÎSANDIN’   Îrmez, anî ziman ku wêrankirina Şirnexê bi awayekê zanebûn hat kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Şirnexê li dijî hemû polîtîkayên êrîşkar tu carî serî netewand. Şirnex di tekoşîna azadiyê de xwedî cihek girînge. Ji ber vê yekê evqas êrîşî Şirnexê dikin. Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel gotin ku ‘Bi me şanaz bin, me çongên xwe nedanî erdê.’ Wan dîroka Kurdistanê ji nû de nivîsandin. Mîrasê wan ê herî mezin ev bû.”    Piştî xwendina raporê, hilbijatin hat kirin. Di hilbijartinê de Halîl Uçar û Nuriye Bîlîr ji bo hevserokê Navçeya Navendî ya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  hatin hilbijartin.