Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin 2017-12-03 15:37:45   ENQERE - Polîsan bi hinceta “Ne qanûniye” êrîşî çalakiya “Em karê xwe baş ve dixwazin” a Kolana Yukselê kirin û 5 kes bi lêdanê binçav kirin.    Çalakiya akademîsyên Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya greva birçîbûnê di roja 270’an û çalakiya kedkarên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 309’î de berdewam kirin. Çalakvanên li Kolana Konurê kom bûn, xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin, lê polîsan êrîşî komê kirin û destûr nedan daxuyanî bidin.     Polîsan pankarta çalakvanan çirandin, 5 kes binçav kirin. Navê 5 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin wihane: “Alev Şahîn, Acun Karadag, Îlker Işik, Perîhan Pulat û Meltem Servî