Biryara berdana Rojnameger Huseyin Aykol dan 2019-10-25 16:46:24   ENQERE - Dadgehê biryara berdana Rojnameger Huseyin Aykol da.   Parêzer Ozcan Kiliç ji bo berdan û rewestandina înfaza rojnameger Huseyîn Aykol, di 24'ê Cotmehê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Stenbolê da. Piştî ku Serokkomar paketa darazê ya nû erê kir, hat diyar kirin ku rê li serlêdanên temyîzê hatiye vekirin.  Parêzer Kiliç di serlêdana kir de bal kişand ser paketa nû ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Piştî prz. Kiliç serlêdan kir, îro dadgehê der barê Huseyin Aykol de biryara berdanê da.    Di 11'ê Tîrmeha 2019'an de li Enqereyê, polîsan avêt ser mala rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û ew binçav kirin. Piştî karên li edliyeyê Aykol birin Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Sîncanê.  Aykol, dema Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê bû ku bi KHK'ê hat girtin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê la hat birîn hat pesendkirin hat girtin. Li bendê ye ku Aykol îro bê berdan.