Baroya Amedê: Nêzîkatiya xwe ya otorîter biterikînin 2019-10-25 16:18:53   AMED – Rêveberê Baroya Amedê Muhlîs Ogurgul di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de got: “Yên rêzê ji îradeya hilbijêran re nagirin divê demildest nêzîkatiya xwe ya otorîter biterîkinin.”    Baroya Amedê ji bo kujerên serokê berê yê baroyê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin werin dîtin û bên darizandin, di hefteya 199’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin. Baroyê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran.    Rêveberê Baroya Amedê Muhlîs Ogurgul da zanîn ku tevî kujer ango gumanbarên lêpirsîna Tahîr Elçî hatine tespîtkirin jî lê heta niha îfadeyên kesî nehatine girtin û xwest Dozgeriya Amedê ji bo darizandina kujeran xebatek bi lez û bez bide destpêkirin.    ‘DIVÊ DEST JI NÊZÎKATIYA OTORÎTER BERDIN’    Ogurgul bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û girtina hevşaredaran da û wiha got: “Girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman bi awayek giran rêgezên bingehîn ên hiqûq, mafê hilbijartinê binpê kiriye. Yên alîkarî nadin serdestiya hiqûqê, yên rêzê nîşanî îradeya hilbijartinê nadin û yên ewlehiyê ji hilbijêran re temîn nakin divê demildest nêzîkatiya xwe ya otorîter biterikînin.”    Piştî daxuyaniyê parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.