Walîtiya Edeneyê biryara qedexeya çalakiyan dirêj kir 2019-10-25 16:05:19   EDENE - Walîtiya Edeneyê, biryara qedexeya çalakiyên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê carek din dirêj kir.    Walitiya Edeneyê carek din biryara qedexeya çalakiyên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyî dirêj kir. Walîtiyê heta 15 rojên din dîsa hemû çalakiyên ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexe kir. Walitiyê parast ku ji bo ewlehiya neteweyî biparêzin, bi armanca rêxistinên PKK/KCK, PYD/YPG û DAEŞ'ê bê tesîr bikin di 9'ê Cotmeha 2019'an de TSK'ê dest bi operasyonê kiriye. Li gorî vê yekê li bajaran çalakiyên ku vê operasyonê reş bike û hemû cureyên daxuyanî, meş, xwepêşandan ji 26'ê Cotmehê 2019'an heta 15 rojan hatiye qedexekirin.