Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin 2017-12-03 15:25:59   WAN - Endamê PEN’a Kurd û Niviskar Hamît Deman (Dilbahar), ji Girtîgeha Gumuşhanê, birin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê, ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T Wanê kirin û niha jî sîrgonê Girtîgeha Tîpa F Wanê hat kirin.    Endamê PEN’a Kurd a Amedê rojnameger Hamît Duman (Dilbahar) di nava 2 mehan de ji Girtîgeha Tîpa E ya Gumaşhanê sewqî Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê hat kirin. Duman, dûre ji Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê bi lêdanê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat kirin.      Duman ku bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku bi wî re Reşît Dayan û Mehmet Sayilgan ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê, sewkî Girtîgeha Tîpa F  a Wanê hatin kirin. Duman, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bin pêkirinên mafan didome û di saetên şevêde ser odeyan de digirin.