ÎHD: Li Midyadê mîrateya çanda Sûryaniyan tune dikin 2019-10-25 14:28:31 STENBOL - Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê,  rapora xwe ya bi sernavê “Li Gundê Midyad-Tur Abdîn, ewlekariya canê Rahîbe Verde Gokmen û rewşa civakî ya giştî ya gundên Suryanî yên herêmê” aşkere kir. ÎHD’ê di rapora aşkere kir de, diyar kir ku mîrateya çanda Suryaniyan tune dibe.  Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, rapora xwe ya bi ser navê “Li Gundê Midyad-Tur Abdîn, ewlekariya canê Rahîbe Verde Gokmen û rewşa civakî ya giştî ya gundên Suryanî yên herêmê” aşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê ya Beyoglû hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Tûma Çelîk beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    WÊ RAPORÊ JI RAYEDARAN RE JÎ BIŞÎN IN   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn rapor xwend û wiha got: “Ev rapora ku em amade kiriye, em ê ji rayedaran re jî bişîn in.  Di dema amadekirina raporê de me bihîst ku Rahîbe Verde Gokmen di Dêra Mor Dîmet de dijî. Piştî ku me agahiya rewşa wê bihîst em di meha Tîrmeha 2017’an de dest pê kir. Weke komîsyon me çend caran Rahîbe ziyaret kir. Dûre me bi gelek kesan re hevdîtin kir. Di endama hevdînên me kirin de, me raporek amade kir. Di encam xebata  me bi rêve bir de, derket holê ku mîrateya çanda Suryaniyan tê tune  kirin.”