Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Mazlûm Ebdî: Bulten sor derket 2019-10-25 13:51:23   ENQERE - Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, diyar kir ku careke din ji bo Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bultena sor derxistine.    Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, li Kaniya Xezalan têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Gul angaşt kir ku bi ser êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re operasyona têgihînê li hemberî Tirkiyeyê pêk tê û wiha got: "Tirkiye li dijî operasyonên têgihînê jî operasyon bi rê ve biriye. 32 YPG'î hatine girtin û kirariyên ên din jî didome." Gul di berdewamê de jî destnîşan kir ku careke din ji bo Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bultena sor derxistine û ev tişt anî ziman: "Ev bulten li 296 welatan derbasdar e. Duh careke din ji Amerîkayê re jî hat ragihandin. Têkildarî vî kesî heke bikeve Amerîkayê divê ku bê girtin û radestî Tirkiyeyê bê kirin."