Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan 2017-12-03 15:23:33   ÎZMÎR - Parazvanên Mafên Mirovan, bertek nîşanî Navenda Paşve Şandinê ya  Harmandalî koda “YTS89” a tê wateya “Şervanên Terorîst ên Bîyanî” ku li zarokan dike, da.      Endama Komîsyona Mafê Penaberan a Baroya Îzmîrê parêzer Hatîce Sonmez, Navenda Paşve Şandinê ya Harmandali (GGM) a Îzmîrê lêkolîn kir. Parêzer Hatîce Sonmez, diyar kir ku pernaber bi pergala kodkirinê  ji hev cihê dikin û zarokên bi malbatên re hatin girtin jî bi koda ‘YTS89’ a tê wateya ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ teşhîr dikin.     ‘PAŞVE ŞANDINA WAN NAYÊ QEBÛL KIRIN’    Endamê Lijneya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Mehmet Aker, diyar kir ku bi şerê li Sûriyeyê re nêzî 3 mîlyon penaber li Tirkiyeyê hene û wiha axivî: “Bi hezaan penaber bi xelayên Ewropayê di Behra Ege yê de jiyana xwe ji dest dan. Di GGM’an de ji dest pê ve, bûyerên nexweş rû didin. Ji bo paşve şandinê, rewşa pênaberên tên binçavkirin nayê qebûl kirin.”    ‘DAIŞ’ÊN BI GUMAN JI GGM’EYAN FÎRAR KIRIN’    Aker, da zanîn ku GGM tim bi binpêkirinên mafan dikeve rojevê û wiha domand: “Penaber bi gumana DAIŞ’in di heman odeyan de tên girtin û rastî lêdanê tên. DAIŞ’ên bi Guman  ji GGM’eyan firar kirin. Evane dûr li qadên cuda , sûcên birovahiyê dikin. Penaberên kurd dibin konrola DAIŞ û El Nusra de dişînin herêman. Bi vê yekê bi dehan mafên penaberan tên binpêkirin.”   ‘EMÊ ŞOPDARBIN’    Yek ji rêveberên Platforma Piştevaniya Penaberên Deriyan û penabereke berê yê Afrîkayê Yalçin Yanik jî, bertek nîşanî pêkanîn da û wiha axivî: “Pirsgirêkên tên jiyîn, ji niha de agahiyên nebaş didin me. Emê şopdarê mijarê bin. Dest pê kê hûn deriyên xwe vedikin, digirin hûndir, piştre jî bi van pêkanîna hûnê van mirovan mexdûr bikin. Ev yek nayê qebûl kirin. Mirovan bi vê yekê teşhîr û tewambar dikin. Em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin penaberin û ji wan re bibin alîkar.”