Twîtterê 'tika şîn' da Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî 2019-10-25 12:41:22   ENQERE - Twîtterê, hesabê medya civakî yê Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Abdî, xist di nava hesabên hatine erêkirin de.      Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî di 23'yê Cotmehê de, di platforma Twîtterê de hesabê xwe yê medya civakî vekir. Twîtterê hesabê medaya civakî yê Abdî di demek herî kurt de xist di nava  hesabên hatine erêkirin de. Twîtterê bi vê yekê "tika şîn" da Fermandarê QSD'ê Mezlum Abdî.    Abdî berî 3 rojan hesabê xwe yê binavê "Mazloum Abdî" vekir û di demek herî kurt de şopînerên wî ji 45 hezarî derbas kirin.