Rêxistina Efûyê: Tirkiye penaberan bi darê zorê şand herêma şer 2019-10-25 10:13:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de tê diyarkirin ku polis tirk bi awayekî fizîkî tundî li penaberan kirine û gef li wan xwarine, ji bo vegera wan a Sûriyeyê îmzekirina belgenameyê li wan ferz kirin. Di rapora bi ser navê "Şandina herêma şer: Dervekirina sînor a penaberên sûriyeyî ya Tirkiyeyê" Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de tê diyarkirin ku Tirkiye bi awayekî bêhiqûqî penaberên sûriyeyî dişîne herêma şer. Di raporê de tê gotin ku ev pêkanîn bi mehan beriya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.    ÎMZEKIRINA BELGENAMEYÊ LI WAN HAT FERZKIRIN   Rêxistina Efûyê, diyar kir ku di pêvajoya amadekirina raporê de bi gelek penaberan re hevdîtin hatiye kirin. Penaberên axivîne ragihandine ku polisan tundiya fizîkî li wan kirine, gef li wan xwarine, ji bo vegerandina wan a Sûriyeyê îmzekirina belgenameyeke ku daxwaza vegera Sûriyeyê têde hebûye, li wan ferz kirine.    Rêxistina Efûyê, di amadekirina raporê de 20 bûyerên dersînorkirinê lêkolîn kiriye. Li gorî agahiyên ku têkildarî bûyeran hatiye weşandin; penaber, bi awayekî destê wan girêdayî bi dehan kesan re bi otobusan birine ser sînor. Penaberên ku xwediyê nasnameyên bajarên lê bûne, timik ji wan re hatiye gotin ku ji ber ku qeydên wan li bajarên lê bûne tunene, têne dersînorkirin.    'ANGAŞTÊN TIRKIYÊ JI RASTIYAN NÎŞAN NADIN'   Li gorî nûçeya Reûtersê, Anna Shea ku di Rêxistina Efûyê weke pisporê mafê koçer û penaberan dixebite daye zanîn ku ku angaşta "Penaberên sûriyeyê bi rêza xwe diçin nav şer" a Tirkiyeyê talûkeye û rastiyan nîşan nade û ev tişt gotiye: "Li gorî lêkolînên me, berovajiyê van angaştan, mirov ji bo vegerandinê hatine xapandin û vegerandin li wan hatiye ferzkirin. Ji ber ku di nav 8 salan de 3 milyon û 6 hezar penaberên sûriyeyî qebûl kiriye divê ku bê pîrozkirin, lê divê ku van mirovan bi awayekî derveyî hiqûqa neteweyî û navneteweyî neşîne herêma şer."   QEYDÊN FERMÎ TUNENE!   Ji ber ku statîkên fermî yên penaberên ku hatine dersînorkirin tunene, nayê zanîn ku çiqas penaber hatine dersînorkirin. Lê li gorî hevdîtinên ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di navbera mehên tîrmeh û cotmehê de bi penaberan re kiriye, di mehên derbasbûyî de bi sedan penaber hatine şandin. Li gel vê yekê jî Tirkiye dibêje ku 315 hezar penaber bi dilê xwe vegeriyane Sûriyeyê.    'TALÛKEYA JI BO PENABERAN DIDOME'   Anna Shea diyar kiriye ku pêşdîtina dê penaber bi ewle û dilên xwe vegerên 'Herêma Ewle' ku hê nehatiye avakirin a di hevdîtinên vê hefteyê yên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de xemgînî ye û ev tişt gotiye: "Penaberên ku heta îro hatine şandin ne bi ewle û ne jî dilê xwe çûne. Li aliyê din talûkeya ji bo bi milyonan penaberên sûriyeyî didome. Divê ku dersînorkirina penaberan bê rawestandin û ji bo vegera yên hatine şandin jî şert bên avakirin."