CHP’ê derbarê Erdal Aksunger ê gotibû ‘PYD ne rêxistina terorê ye’ lêpirsîn da destpêkirin 2019-10-25 10:13:05   ENQERE – CHP’ê derbarê rêveberê xwe Erdal Aksunger bi boneya gotina “PYD ne rêxistina terorê ye” lêpirsîn da destpêkirin.    Endamê Meclîsa CHP’ê Erdal Aksunger di bernameyek televîzyonê de di nîqaşa li ser operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotibû “Di mijara PYD’ê de ji roja ewil ve dibêjim, di çavê min de ne rêxistina terorê ye.” Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Yilmaz Ateş jî di bernameyek din de axivîbû û derbarê FETO de partiya xwe tewanbar kiribû.    Rêveberiya CHP’ê ji ber van axaftinan derbarê rêveberên xwe Aksunger û Ateş de lêpirsîn da destpêkirin.