Di 15 saliya xwe de medresê berda û bû dengbêj 2019-10-25 09:59:03 ENQERE – Îbrahim Unlu yê ku di 15 saliya xwe de medresê berda û bû dengbêj, bi meqamên  ku ji dayika xwe hînbûye vê çanda Kurdan û mijarên ku li welatê wî yê Serhatê qewimîne zindî dike. Îbrahîm Unlu, hêj 15 salî bû li dawetekê bi dengbêjiyê kilamek got û mamosteyên wî yê medreseyê jê re gotin “Medreseyê berde bibe dengbêj”. Wî jî li ser vê yekê ji bo dengbêjîyê deket rê. Unlu, fesala meqamên  dengbêjîyê  ji dayika xwe Çiçekê hîn bû. Li aliyê den çanda dengbêjiyê ya ku bi Evdalê Zeynikê yê li Agirîyê di despêka sala 1800’an de ji dayîk buye û wek “Homerosê Kurda” tê binavkirin ve des pê dike piştgiriyê digre. Ji Ferzê heta Reso, ji Şeroyê Biro hetanî Meryem Xan, ji Susikê Simo hetanî Şakiro didomîne. Unlu, diyar kir ku ew jî xwe di nav dengbêjên ku neçar dimînin û axa xwe ya ku lê çanda dengbêjiyê hînbûne berdidin û bi kilamên xwe hîn li metropolan çanda Kurdî didin jiyandin, de dibînin.    Unlu, di kilamên xwe de qala îxanetên di nav eşîran de, serhildanên li hember dewletê û ciwanên ku ji bo evîna xwe hatine kuştin dike. Unlu, li avahiyên lê dixebite, li malên cîranan, di dawetên xizmên xwe de kilaman distrê û çanda Kurda geş dike. Wekî pirekê çanda dengbêjiyê ji paşedojê derbasî siberojê dike û pêşkêşî nifşên nû dike.     ‘MEQAMÊN DENGBÊJIYÊ JI DAYIKA XWE HÎN BÛM”    Unlu, li ser dengbêjiya xwe axivî û wiha got: “Li mala me bandên(kaset) dengbêj Şakiro û Mihemedê Beyro hebûn. Min bi seaatan li wan guhdar dikir. Dayika min jî dihat ba min û ji min re meqamên dengbêjiyê vedigot. Çanda me Kurdan hemu li ser dengbêjiyê ye. Eger dengbêjên wek Evdalê Zeynikê, Şakiro tune bûna, me yê ji dîrokê gelek tiştan nizanibûya. Niha wek berê qedir nadin dengbêjan. Lê em Mem û Zîn, Filîtê Quto, Hesen û Asê, Xecê û Siyabend ji çîrokên dengbêjan hînbûn.   ‘MIN DEST JI DENGBÊJIYÊ BERNEDA’     Unlu, 16 sal berê  ji ber sedemên aborî ji navçeya Qereyaziya Erziromê mala xwe bar kir û koçî Enqereyê kir. Ji ber ku li Enqerê cihên ku Onlu kilaman lê bistrê tune ye, gazinc kir û got: "Havînan dema ku ez diçim welat hemû kes dibê 'dengbêj Îbrahîm hat.' Dema ku em li welat diçin dawetan 2 şev û 2 roj li wir dimînin û kilama dibêjin. Dema ku ez hatim Enqereyê kesî ez nas nedikirim. Lê dîsa jî min dev ji dengbêjiyê berneda. Dema ku ez di avahiyan de dixebitim jî, timî kilamên xwe dibêjim. Di navbera kar de hevalên wek min ên ku ji Amed û Wanê hatine em kom dibin û ez ji wan re bi dengbêjî kilam dibêji."      KILAMÊN BI XWE NIVÎSIYE DISTRÊ    Unlu, çirokên 2 kilamên xwe yên ku li ser buyerên Serhedê jiyaye, anî ziman û wiha: "Min çîrokek li ser cîranê xwe yê şivan nivîsî. Li gund ciwanekî bi navê Hemo Hesen hebû. Li gundekî nêzîkî gundê me şivanî dikir. Li wê derê bi dilketiya xwe re revî. Hevala xwe girt û hat gundê me. Piştê salekê zarokek wan çêbû. Lê Hemo û hevsera xwe bi mirazên xwe şa nebûn.  Zarok hîn di derguşê de bû Hemo di binê aşitê de ma û jiyana xwe ji dest da. Zarok li mala bavê Hemo ma hevsera Hemo jî zîvîrî mala bavê xwe."   Unlu, çîroka kilama duyemîn jî waha anî ziman: "Dayîkekê ji Gimgimê rojek telefonê min kir û got 'min kurê xwe Mazlum 3 sal in  nedîtiye. Sax e yan mirî ye nizanim. Li ser Mazlumê min kilamek bêje.' Min jî piştê wê axaftinê li ser Mazlum kilamek nivîsî û got."   Ristek ji kilama Mazlum wiha ye:    “De min dît xelkê min ê têlê delalî Berê xwe dane welatê xeribiyê lo qurbetiya    Hela tu bala xwe bidê lê Mazlum berê xwe daye serê çiyê dayê rebenê nav gerilaye    Lo lo bira tu nizanî dilê dayika te şewitiye mîna hirçê dev girêdayî   De min dît 3 sal e xebera dayika wê tuneye ji Mazlum berxê, lê li wan dera   De nizane mazlumê wê sax e nizane kuştiye    Xwezila rojekî tu bihatiya te halê dayika xwe bidîta   De bira dayika te herdu çavên te paçbikira   Serê te daniya ser çoka xwe û ji dilê rezil re bigota berxê û têr bistra…”   MA / Zemo Aggoz