Hayko Bagdat: Erdogan ji 'êrîşkariya' xwe bi paş ve gav neavêtiye 2019-10-25 09:08:13 STENBOL - Rojnamevan Hayko Bagdat, bêdengiya hêzên navnetewî ya ji bo êrîşên Tirkiyeyê nirxandin û got, tevî peymanên bi Rûsya û Amerîkayê re hatine çêkirin jî, Erdogan dev ji feraseta xwe ya "êrîşkar û dagirker" bernedaye.  Rojnamevan Hayko Bagdat, peymanên ku Tirkiye ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Amerîka û Rûsyayê re çê kirine nirxandin.    ‘PÊŞÎ LI BER KOMKUJIYÊ HAT VEKIRIN'    Bagdat ku got "Ji tevgera dagirkeriyê ya 9'ê Cotmehê ya Tirkiyeyê heta niha li Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî diqewime" destnîşan kir ku welatên cîhanê rê li ber çeteyên ku Tirkiye destekê dide wan vekiriye ku gelê kurd bikujin. Bagdat, got: "Operasyona heyî, berdewama polîtîkayên Tirkiyeyê ne ku mafê nasnameyê yê kurdan nas nake. Armanca vê operasyonê ew e ku bi temamş QSD belawela bibe û bi sedhezaran mirovên li wir ji axa xwe bên sirgûnkirin."    ‘HEWESA ERDOGAN A JI BO DAGIRKERIYÊ'    Bagdat, bêdengiya hêzên navnetewî ku di destpêkê de ji bo operasyona Tirkiyeyê bêdeng bûn rexne kir û got: "Ma wê piştî mirina çend zarokên din hewesa dagirkeriyî ya Erodgan tetmîn bibe. 9 rojên bêdengiyê bû sedema sirgûnkirina bi sedhezaran mirovan û mirina bi hezaran kesî." Bagdat, detsnîşan kir ku dewletan bi bêdnegiya xwe mafên mirovan firotiye.    Bagdat, bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê jî û got, li Tirkiyeyê dîktatoriya faşîzan siyaset bi dest xistiye û got: "Bi vê operasyonê re bloka faşîst serketina muxalefetê ya di hilbijartinê de serobino kiriye. Êdî wê kîjan kurd dengê xwe bide Îmamoglû? Em di pêvajoyeke wiha de ne ku Hayko Çepkîn bi xwe jî silav li operasyona leşkerî kiriye. Faşîzm, gotinê ferz dike. Gelek kesên li dijî şer in, ji bo ji van helwestên faşîzan birevin şer pesend kirine."   REWŞA ANS Û OSO    Bagdat, ji bo peymanên ku Tirkiyeyê bi Amerîka û Rûsyayê re çê kiriye got, Tirkiye unsûrên OSO'yê yên beriya operasyonê di bin navê 'Artêşa Netewî ya Sûriyeyê' (ANS) de berhev kiriye xist rojevê. Bagdat, got: "Tiştên dê van çeteyên di kontrola Tirkiyeyê de ne bikin ne di xema kesî de ne. Bi van peymanan tiştekî wisa derdikeve holê 'Kurdino, belê me we ji komkujiyan xelas kir, lê belê wê Tirkiye waliyan tayînî herêmên ewle bike û wê OSO jî zabitiyê bike.' Her wiha ji xeynî vê armanca Tirkiyeyê ew e ku pêkhateyên QSD'ê hemûyan tune bike. Her wiha gelên liw ir sirgûn bike, demografiyê biguherîne û selefiyan li wir bi cih bike. Dixwazin têkoşîna kurdan a ji bo nasnameyê serobino bike. Eynê wekî ku di sala 1915'an de li çolên Sûriyeyê ermenî qetil kirin. Lê belê di pêvajoyeke wisa dîrokî de cîhan ji me re dibêje 'heke hûn naxwazin bên qirkirin belav bibin.'"    Bagdat, bilêv kir ku li gorî agahiyên ji herêmê tên, çeteyên selefî yên Tirkiye destekê dide wan li Serêkaniyê lixwekirina çarşefê li jinan ferz dike.    ‘TALÛKE DIDOME'    Bagdat, destnîşan kir ku bi peymana bi Rûsyayê re bûye ku Tirkiye bi rejîma Şamê re jî rûnê û got: "Wê Erdogan bi vê yekê re ji alîgirên xwe re bibêje hewldaneke 'li dijî PKK û dijberiya terorê' ye. Yanî talûke derbas nebûye. Erdogan dev ji feraseta xwe ya 'êrîşkar û dagirker' bernedaye. Ji bo kurd nebin xwedî statu, Erogan çi ji destê wî tê dike."    MA / Naci Kaya