‘Reforma Darazê ji feraseta parastina zarokan a gerdûnî dûr e' 2019-10-25 09:06:58   ÎZMÎR - Pisporê Xizmeta Civakî Nîhat Tarimerî, di Reforma Darazê de sererastkirinên derbarê Qanûna Parastina Zarokan de nirxandin û got, pakêt dûrî feraseta parastina zarokan a gerdûnî ye.    Di Reforma Darazê de sererastkirinamn derbarê Qanûna Muhakemeya Ceza û Qanûna Di Hin Qanûnan De Guherîn Çêkirine di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Her wiha di Belgeya Stratejiya Reforma Darazê de, di Qanûna Parastona Zarokan de jî hin guherîn hatin çêkirin.    Pisporê Xizmeta Civakiyî Nîhat Tarimerî, guherînên di Qanûna Parastina Zarokan de hatine çêkirin nirxandin. Tarimerî, bal kişand ser xala 31'ê ya pêşî li ber darizandina zarok û ciwanan vedike û got: "Ji hêlekê ve behsa tevdîrên ji bo parastina zarokan tê kirin, ji hêlekê ve jî dihêlin ku zarokekî 12 salî bê girtin. Gava mirov li van guherînan dinere, dibîne ku ji feraseta parastina zarokan a gerdûnî û feraseta edeltê dûr e."    Tarimerî, destnîşan kir ku hîn jî zarok nayên parastin û hîn jî pêşî li ber girtin û darizandina zarokan nehatiye girtin û îşaret bi Peymana Mafên Zarokan kir. Tarimerî, anî ziman ku divê ji bo zarok û ciwanan guherînine nû bên çêkirin û got, divê darizandin jî li gor vê bên çêkirin.    Tarimerî, bilêv kir ku pirsgirêkên di warê darazê de qalîteya hiqûqê ya Tirkiyeyê jî nîşan didin û got, divê pergal mirovan û zarokan esas bigire.    Her wiha Tarimerî, pêvajoya amadekirina pakêtê jî rexne kir û got, bêyî guh bidin îtirazan amade kirine û ev guherîn û sererastkirin feraseta kesên amade kirine nîşan dide. Tarimerî, eger îtiraz neyên kirin wê binpêkirinên mafan ên zarokan bidomin.