Giliyê polîsên ku ew xesp kirine kir 2019-10-25 09:06:30 EDENE - Di 20'ê Îlonê de li otogara Edîrneyê polîsan Ozan Okûr (18) ê ji Colemêrgê derb kiribû, telefona wî, pere û bilêta wî ya otobêsê xesp kiribûn. Okûr, giliyê polîsan kir.  Ozan Okûr ê 18 salî, di 20'ê Îlonê de ji bo biçe cem malbata xwe ya li Edeneyê, çû Otogara Edîrneyê. Li vira polîsan ew derb kir, telefona wî, pereyên wî û bilêta wî ya otobêsê jê stendin. Ji ber derba polîsan çeneya okûr ji du cihan şikiya û emeliyat bû. Li ser vê Okûr serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî giliyê polîsan kir.    ‘MIN JI TE RE KURDEK ANÎ'    Okûr, diyar kir ku çûye Otogara Edîrneyê û bilêt kiriye û li benda otobêsê sekiniye, lê belê di kêliyê de wî û hin rêwiyan sohbet kiriye û ji wan re gotiye ji Colemêrgê ye. Okûr, anî ziman ku piştî demekê polîsekî sivîl hatiye cem wî û jê re gotiye, 'Hevalekî me yê polîs jî ji Colemêrgê ye. Hîn ji otobêsa te re pir maye. Ev der sar e, were hundir em çayekê vexwin û sohbet bikin.' Okûr, bilêv kir ku ew polîs wî biriye noqteya polîsan û got: "Gava ketim hundir ew polîs ji polîsê din re got 'min ji te re kurdek anî' û kulmek li paş stuyê min xist. Polîsê din jî ji min re got, 'çi karê te li vira heye' û çêr kirin. Min hilgirt û kulmek li çena min xist. Xwîn ji devê min û pozê min hat.'   PERE, TELEFON Û BILÊTA WÎ XESP KIRIN    Paşê, ser min sehî kirin, li bêrîkên min nerîn. Çi hebûn derxistin. 500 lîreyê di bêrîka min û bilêta min ji min stendin. Pantorê min jî heta çokê daxistin û sehî kirin. Li telefona min nerîn. Gava wêneyên 'diya min, jinbira min û xwişka min dîtin, gotin 'ev xweşik e, bi kêr tê.' Keniyan û henekê xwe kirin. Di vê kêliyê de ber bi derî ve çûm û min xwest birevim. Di wê kêliyê de min bang kir, 'wê min bikujin.' Lê belê polîsekî bi paş montê min girt û kişand. Gava dîtin texsîvanên li wir tên, polîsekî ji bo neyên derket çû cem texsîvana."   Okûr, diyar kir ku paşê polîsan xwîna li erdê û kincên wî pê dane paqijkirin û paşê du polîsên bi kincên fermî ketin hundir. Okûr, da zanîn ku polîsên bi kincên fermî jî gotine 'Çi kiriye?', polîsên din jî gotine 'kurd e, hatiye vira çavê wî lê ye van deran jî tevlihev bike' û polîsan jê re gotiye 'here ji vira, eger carekî din werî em ê bera serê te bidin' û çêr kirine. Okûr, diyar kir ku li ser vê ew derketiye çûye, lê kêliyek şûnde ji bo telefon, pere û bilêta xwe dîsa çûye cem wan, lê polîsan jê re gotiye 'Tu hîn li vira yî, here ji vira.'    Okûr, anî ziman ku bi telefona texsîvanekî li malbata xwe geriyaye, pere ji malbatê xwestiye û çûye Edeneyê û ji ber çena wî şikiyaye emeliyat bûye.    Okûr, giliyê polîsan kiriye û dixwaze bên darizandin.