ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-25 09:00:03 * Di 20'ê Îlonê de li otogara Edîrneyê polîsan Ozan Okûr (18) ê ji Colemêrgê derb kiribû, telefona wî, pere û bilêta wî ya otobêsê xesp kiribûn. Okûr, giliyê polîsn kir.  * Pisporê Xizmeta Civakî Nîhat Tarimerî, di Reforma Darazê de sererastkirinên derbarê Qanûna Parastina Zarokan de nirxandin û got, pakêt dûrî feraseta parastina zarokan a gerdûnî ye.    * Esnafên Bazara Semtê ya 2'yê Nîsanê ya navçeya Rêya Armûşê anîn ziman ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bûye.    * Rojnamevan Hayko Bagdat, bêdengiya hêzên navnetewî ya ji bo êrîşên Tirkiyeyê nirxandin û got, tevî peymanên bi Rûsya û Amerîkayê re hatine çêkirin jî, Erdogan dev ji feraseta xwe ya "êrîşkar û dagirker" bernedaye.    * Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç, anî ziman ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd peyama yekîtiyê didin û got: "Divê em vê firsenda dîrokî binirxînin, divê Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bê û yekîtî çê bibe."    * Ebrû Ozel ku şert û mercên karkerên demsalî yên jin nirxandin, diyar kir ku karkeriya derveyî tomarkirinê û demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev û bal kişand ser têkoşîneke hevpar.    * 13'emîn danişîna doza hunermendên kurd ku girtiyê nexweş Bayram Demirhan jî heye, dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (09.30)   *  Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê li navenda HDP'ê têkildarî geşedanên dawî  civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Lijneya Koordinasyona TMMOB'ê ya Îzmirê dê  rapora “Nexşeya Sûcên Bajarê Îzmirê " li Navenda mîmariyê bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (11.00)   *  Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê, dê têkildarî serdegirtina malan û binçavkirinan li avahiya xwe ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona li dijî Cudakarî û Nijadperestiyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li Gundê Tur Abdin ê Midyada Mêrdînê ku gundê Suryaniyan e pêk hat, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û gelek parlamenterên HDP'ê, dê li dijî tayinkirina qeyûman û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qada Deriyê Çiyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, 2'emîn Kongreya Awarte ya Wanê pêk bîne. (13.30)   * Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî bipirsin, dê li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 199'an de "Kursiya Mafên Mirovan a Tahir Elçî" li dar bixin. (13.30)