Dengê Nîştiman: Bila hemû peywendiyên bi Tirkiye re bên rawestandin 2019-10-24 20:37:55   SILÊMANÎ - Koma Dengê Nîştiman ku ji gelek kesayetên siyasî, hunermend û beşên cûda yên civakê pêktê, banga berfirehkirina pêngava boykotkirina malên Tirkiyeyê kir û ji aliyên peywendîdar û hikûmetê xwest ku hemû peywendiyên li gel Tirkiye bên rawestandin.    Koma Dengê Nîştiman li Silêmaniyê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Koma Dengê Niştîman, bi dirûşmeya "Belê ji bo boykotkirina malê Tirkî" civînek çapemeniyê lidarxist. Di civîna çapemeniyê de êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û çend daxwazek ji parlamentoya Herêma Kurdistan û raya giştî re rêz kirin. Endamê Koma Dengê Nîştiman Emîn Baneyî axivî. Baneyî beyanameya ku behsa êrîşên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê dikir xwend û piştre çend daxwazek ji hikûmet, parlamentoya herêmê, ragihandin û bazirganan re rêz kirin. Baneyi di daxuyaniyê de daxwazên komê wiha got: "Kiryar û firoşyar, bazirgan, sendîka, grup û ofîsên peywendîdar, ragihandin û raya giştî bila hemû bihevre yekdeng bin ji bo boykotkirina malê Tirkî. Bazirganî kirin, qezenckirin û germkirina berîka dewletek Kurdkuj û mirov kuj wek Tirkiye, tê wateya piştgirîkirina zordestî û beşdarî tawanan bûne. Divê parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erka xwe rabin û biryarek bi lez ji bo rawestandina hemû cûre bazirganî xizemtguzariyek ligel Tirkiye de derxînin. Divê hemû hêzên siyasî piştgiriya gelê xwe bikin, divê nebin darê di destê dijmin de. Divê hemû peywendiyên xwe yên dîplomasî li gel dewleta Tirk de bidin sekinandin. Her wiha divê hemû alî di zûtirin dem de helwesta xwe ragihînin."