Mazlûm Ebdî: Fikarên me têkildarî xalên lihevkirina Soçiyê hene 2019-10-24 19:58:50   HESEKÊ - Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlum Ebdî, diyar kir wan helwesta xwe ya der barê lihevkirina Soçiyê bi Rûsyayê re parve kirin û fikarên wan li ser xalên wê hene ku xizmeta gel nake.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li bajarê Hesekê civîneke çapemeniyê saz kir û mijiara agirbest û lihevkirina li Soçiyê nirxand. Ebdî, destnîşan kir ku ku heta niha ti lihevkirinên wan bi Tirkiyê re çênebûn û wiha got: "Tenê agirbest heye, lê rexmî vê yekê komên girêdayî dewleta Tirk agirbestê binpê dikin û êrişên xwe didomînin. Em bang li welatên garantor dikin ku erkên xwe yên li hemberî van binpêkirinan pêk bînin."    Ebdî diyar kir ku Amerîka êrişa Tirkiyê ranewestan û xwest di aliyê doplomasî û aborî de bi rêya ferzkirina rêbazên şer rawestîne û Tirkiyê neçar kir ku agirbestê îlan bike û wiha axivî: "Êrişên Tirkiyê berdewam in, Amerîka û serok Trump jê berpirsyar in. Têkiliyên me bi Amerîkayê re li rojhilatê Sûriyê berdewam e, em ji wan dixwazin şaştiyên xwe yên berê derbas bikin."   'DI MIJARA DAIŞÊ RE EM BI DYA RE DI TÊKILIYÊ DE NE'    Ebdî destnîşan kir ku di peywendiya telephonê de ya di navbera wî û serok Trump de wî spasiya Turmp kir ku hewl da êrişên Tirkiyê rawestîne û got: "Trump teqez kir ku dê hebûna hêzên amerîkî heta demeke dirêj û ne diyar berdewam bike, niha gavên pêş û çawaniya têkiliyan di navbera herdu aliyan de di mijara tinekirina DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî nîqaş dikin. Bi hêzekê tenê aloziya Sûriyê şareser nabe, hebûna Amerîka  dê bandoreke baş di peydakirina çareseriya siyasî de bike, serok Trump jî ev yek pişrast kir. "   ‘NÊZÎ 400 HEZAR MIROV JI BER ÊRÎŞÊN TIRKIYE KOÇKIRIN'    Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Ebdî, da zanîn ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê derdora 400 hezar kes koçber bûn û wiha berdewam kir: "Me nêrîn û daxwazên xwe yên têkildarî hilevkirina Soçiyê bi Rûsya re parve kirine. Em di nava her deh xalan de hinekan qebûl nakin. Fikarên me li ser hin xalan hene ji ber ku li dijî berjewendiyên gelê me ne. Dîsa dewriye li Kobanê û Minbicê hatin meşandin û îro li Dirbêsiyê jî hatin meşandin. Mijarên girêdayî gelê me cihê nîqaşê ye, em gelê xwe bê parastin nahêlin. Di encama topbarana artêşa Tirk a li ser girtîgeheke Qamişlo ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne 5 çeteyên DAIŞ`ê reviyan û teqez kir ku di heman demê de ew tevahiya girtîgehên herêmê yên ku DAIŞ`ê tê de ne kontrol dikin û kesek ji bilî wan nereviyane. Dosyaya girtiyên DAIŞ û malbatên wan di destê Hêzên Sûriye Demokratîk de ne. Ew tenê bi hevkariya dewletên ku alîkariya QSD`ê li herêmê dikin berpirsyarê wê ne û di pêşerojê de dê berpirsyariya hêzên dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin. Ne Tirkiyê, ne jî Rûsya û ne jî rejîm têkiliya wan bi vê mijarê tune ye. "   `QSD ALÎGIRÊ ÇARESERIYA SIYASÎ YA SÛRIYEYÊ YE    Ebdî, herî dawî da zanîn ku Hêzên Sûriye Demokratîk bi çareseriya siyasî li Sûriyê re ye bi şertê ku taybetmendiya QSD`ê di nav artêşa Sûriyê de hebe û got: "Em spasiya hemû dewletên cîhanê yên ku piştgiriya me kirin û kongresê amerîkî kir ên ku desteka gelê me kirine. Em spasiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Em bang li hêzên siyasî yên kurdî dikin ji bo ku desteka QSD û berxwedana wê bikin. Ji ber ku bi hebûna hêzên me derfetên mezin ên serkeftinê hene. Baweriya QSD‘ê ti carî bi Tirkiyê nayê  Tirkiyê wê êrişên xwe berdewam bikin. Êrişa Tirk hîna berdewam e. Pêşeroja gelê me di xeteriyê de ye. Em berdewamkirina desteka navdewletî dixwazin ji bo ku bighêjin encamekê şer bi dawî dike û gelên herêmê diparêze."