Sefaretxaneya Kanadayê serdana HDP’ê kir 2019-10-24 16:42:17   ÊLIH – Şandeyek ji Sefaretxaneya Kanada ya li Enqereyê, Rêxistina HDP’ê ya Êlihê ziyaret kir.    Şandeyek ji Sefaretxaneya Kanada ya li Enqereyê di nav de Antonia Wynne jî hebû, Rêxistina HDP’ê ya Êlihê ziyaret kir. Şandeya ku çû HDP’ê ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Nîzamettîn Toguç û rêveberan ve hat pêşwazîkirin.    Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Hat zanîn ku di hevdîtinê de binpêkirina mafan ên li herêmê û derbarê xebatên HDP’ê de axaftin û sohbet hatine kirin.    Piştî hevdîtinê şandeya sefaretxaneyê ji avahiya HDP’ê veqetiya.