Polîsan ji HDP’iyan re got: Xelk tev li we dibe û li çepikan dide, serdan wisa nabe 2019-10-24 16:30:26 AMED – Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî esnafan ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Dema gel xwest bi hevserokan re bimeşe polîsan bi gotina “Xelk tev li we dibe, serdana esnafan wisa nabe, ji we re li çepikan didin” astengî derxistin.  Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li gel parlamenterên partiya xwe yên ji bo 3 rojan Meclîs boykot kirin li Amedê rêze çalakiyên xwe dewam dikin.    Buldan û şandeya pê re esnafên navçeya Rezanê ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Temellî û şandeya pê re jî esnafên Kolana Melîk Ahmetê ya Sûrê ziyaret kirin û bi xelkê re hatin cem hev.    Di serdana Temellî ya li Sûrê esnaf û welatiyan eleqeyek mezin nîşan da. Di serdanê de welatî û esnafan dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin û HDP’iyan pêşwazî kirin.    MEŞÊ ASTENG KIRIN    Temellî û şandeya xwe xwestin ji kolana Melîkahmetê derbasî Kolana Gazî bibin. Polîsan bi hênceta dirûşm tên berz kirin pêşiya HDP’iyan birî. Polîsan got heke dirûşm bên berzkirin dê destûrê nedin ziyaretê. Li ser vê yekê hiqûqnasên HDP’yî û polîsan demek hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê şandeya HDP’ê heta ber Mizgefta Mezin bi lêdana çepikan, berzkirina dirûşm û lîlandinê hatin. Temellî û parlmaneteran li ber Mizgeftê li gel welatiyan rûniştin û çay vexwarin. Piştî vexwarina çayê Temellî li ber Mizgefta Mezin daxuyanî da.    ‘DIVÊ MECLÎS JI PEYAMA XELKÊ FÊM BIKE’    Temellî da zanîn ku ew ji bo hem rejîma qeyûm şermezar bikin û hem jî pêkanînana qeyûma qebûl nakin Meclîsê 3 rojan boykot kirine û hatine Amedê û got: “Her kes li dijî rejîma qeyûman e. Divê ku Meclîs peyama nerazîbûnan û hersa li dijî qeyûman a gel baş fêm bike. Lazime Tirkiye kêliyek berî kêliyekî ji vê rejîma qeyûm were rizgarkirin.”    ‘JI BO DIJMINAHIYA KURDAN SERÎ LI HER RÊBAZÎ DIDIN’    Temellî bal kişand êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava û got: “9 rojan li ber çavê hemû dinyayê şerek qewimandin. Hemû dinyayê got ev tişta tê kirin şer e. Pişt re wan bi xwe bi îmzekirina peymana agirbestê şer qebûlkirin. Di peymanan de hat xuyakirin ku Tirkiye hem di polîtîkaya derve de hem jî di polîtîkaya hundirîn de têk çûye. Wê ev rejîm cihê xwe li ser sergoyê dîrokê bibîne. Ji bo dijminahiya kurdan serî li her rêbazî didin û her tiştî dikin. Li Sûriyê serdemek nû hatiye destpêkirin.”    POLÎSAN NEHIŞT WELATÎ LI GEL HDP’IYAN BIMEŞIN    Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya li gel wê jî li kolanên Ogretmenler û Sakaryayê esnaf ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Buldan silav da xelkê û welatiyan dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” piştevaniyê da şandeyê.    Li ser Kolana Ogretmenler girseya welatiyan xwest li gel HDP’iyan bimeşin. Polîsan destûr neda girseyê bimeşin. Buldan li vir axaftinek kurt kir, spasiya welatiyan kir. Lê li gel astengiya polîsan jî welatiyên ku HDP’iyan dît tev li wan bûn. Lê polîsan welatiyan asteng kir.    POLÎS: SERDAN WISA NABE, XELK JI WE RE LI ÇEPIKAN DIDE   Wextê ziyaretê di navbera polîs û HDP’iyan de diyalogên balkêş qewimîn. Polîs pêşiya HDP’iyan girt û got: “Xelk tev li we dibe, serdana esnafan wisa nabe, ji we re li çepikan didin.” Lê li gel vê astengiya polîsan jî HDP’iyan esnafan ziyaret kir. Hin welatî ji bo li gel HDP’iyan wêne bikişînin ketin dorê û hin welatiyan jî li şaneşînên malê xwe ji HDP’iyan re li çepikan da.    JI BO DAXUYANIY SIBÊ BANG    Di serdanê de Buldan û parlamenteran welatiyan vexwendin daxuyaniya dê sibê saet di 13.00’an de li Qada Deriyê Çiyê li dijî tayînkirina qeyûman bidin.