Gabriel: Tirkiye berpirsê binpêkirina agirbestê ye 2019-10-24 16:04:48 NAVEND NÛÇEYAN - Berdevkê QSD'ê Kîno Gabrîel, diyar kir ku QSD ligel ku hevpeymana agirbestê bi cih tîne jî, lê Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê êrîşên xwe dewam dikin û got: "Dewleta Tirkiyeyê berpirsê binpêkirina agirbestê ye." Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokrastîk (QSD) Kîno Gabrîel, derbarê agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike de daxuyanî da. Gabrîel, diyar kir ku Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, agirbestê binpê dikin.    Berdevkê QSD'ê Gabrîel, derbarê agirbestê de ev daxuyanî da:    " Tevî QSD`ê hevpeyman pêk anî û hêzên xwe bi temamî ji herêmê vekişand jî, lê belê dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî Tirkiyeyê hevpeyman binpê kirin û hêj li ser gel û gundên me de, şerê qirkirinê pêk tînin.   Vê sibê bi komên terorîst bi destekdayîna artêşa talanker a Tirkiyê êrişî gundên Menacîr, Esediyê û Mişrafa kirin, ev jî tê wateya binpêkirina hevpeymana agirbestê. Gundên me rastî topbaranê û êrişan tên, ji ber vê yekê bi hezran sivîl ji her 3 gundên nav borî koçber bûn. Hêzên me di nav şer de heta kêliya nivîsandina vê daxuuyaniyê.   Di vê derbarê de QSD`ê mafên xwe yê parastina rewa dide meşandin û binpêkirina hevpeymana agirbestê berpirsyartiya dewleta Tirk dibîne û bang li DYA`yê dike yekser destewerdanê bike û rê li pêşiya êrişên der heqê gelê me de bigire."