Xelîl: Tirkiye ji sê aliyan ve êrîşi Serêkaniyê dike û agirbestê binpê dike 2019-10-24 15:25:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl, diyar kir ku Tirkiye, agirbestê binpê dike û wiha got: "Tirkiye ligel komên çekdar ji rojhilatê Serêkaniyê ji 3 baskan ve êriş pêk anî. Em bang li garantorê agirbestê DYA'yê dikin ku van êrişan bidin rawestandin.   Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl, diyar kir ku Tirkiye li rojhilatê Serêkaniyê ji gundên Menacir, Esediye û Mişrafê êrîşeke berfireh daye destpêkirin û wiha got: "Ji ber vê erîşê li herêmê şerekî giran heye. Em bang li garantorê agirbestê DYA dikin ku demildest van êrîşan bide rawestandin. Tirkiye li gel çeteyên xwe bi van êrîşan agirbest binpê kirine. 'DYA ya ku bi pozîsyona garantorê vê agirbestê ye divê demildest van êrîşan bide rawestandin.''