Ji 31 fezlekeyên şandin Meclîsê 30 heb derbarê HDP’iyan de ne 2019-10-24 14:51:29   ENQERE – Ji 31 fezlekeyên şandin Meclîsê 30 fezleke derbarê HDP’iyan de hatine amadekirin.    Bi daxwaza rakirina destnedayînan 31 fezlekeyên nû şandin Meclîsê. Ji 31 fezlekeyan 30 fezleke aîdî parlamenterên HDP’ê ne. Fezleke ji bo Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de hat amadekirin.    DERBARÊ 19 HDP’YÎ DE 30 FEZLEKE    Hejmara fezlekeyên derbarê parlamenterên HDP’ê de hatine amadekirin wiha ne: Pervîn Buldan (1) Sezaî Temellî (5), Dîlan Dîrayet Taşdemîr (3), Berdan Ozturk (3), Ayşe Surucu (1), Semra Guzel (1), Nîmetullah Erdogmuş (1), Muazzez Orhan (3), Remziye Tosun (1), Gulîstan Kiliç Koçyigît (1), Dersim Dag (1), Ayşe Acar Başaran (1), Salîha Aydenîz (2), Murat Sarisaç (1), Saît Dede( 1), Hişyar Ozsoy (1), Huda Kaya (1), Habîp Eksîk (1), Abdullah Koç (1).   Fezlekeyek jî derbarê parlamenterê Partiya ÎYÎ yê Edeneyê Îsmaîl Koncuk de hat amadekirin.