Li Kocaelî 2 HDP’î girtin 2019-10-24 14:01:29   KOCAELÎ - Rêveberên HDP’ê yên Kocaeliyê Teyyar Ozkaya û Siracettîn Başboga bi hinceta parve kirinên medya civakî hatin girtin.    Polîsan duh li Kocaeliyê avêtin ser malên rêveberên HDP’ê Adnan Edîş, Tayyar Ozkaya û Siracettîn Başboga û dûre binçav kirin. 3 kesên li Miduriyaty Polîsan a Kocaelî îfade dan, sewqî edliyê hatin kirin. Dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” 3 HDP’ê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê a 1’emîn a Kocaeliyê kirin.    Dadgehê bi heman îdîaya derbarê Ozkaya û Başboga de biryara girtinê da û Edîş jî serbest berda. Hat diyar kirin ku Ozkaya û Başboga şandin Girtîgeha Kandira.