Yalçindag cîgira Seroka Giştî ya FİDH'ê hat bijartin 2019-10-24 13:59:48   AMED - Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Reyhan Yalçindag, di nava 112 welatan û 184 rêxistinên mafên mirovan de ji bo Cîgira Serokê Giştî yê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî  (FÎDH) hat hilbijartin.    Cîgira Hevserokên Giştî ka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya berê Reyhan Yalçindag, ji bo Cîgira Serokê Giştî yê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî  (FÎDH) a li 112 welatan, 184 rêxistinên mafên mirovan endamê wê ne, hat hilbijartin. Yalçindag, di nava 184 welatan de ji 84 delegeyan bi 68 dengan weki cîgira Serokên Giştî ya FİDH'ê hat hilbijartin.