Ji bo berdana rojnameger Aykol serlêdan kir 2019-10-24 13:37:29   ENQERE - Ji bo berdana rojnameger Huseyîn Aykol serlêdan hat kirin.    Parêzer Ozcan Kiliç ji bo berdan û rewestandina înfaza rojnameger Huseyîn Aykol, serî li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Stenbolê da. Piştî ku Serokkomar paketa darazê ya nû îro erê kir, hat diyar kirin ku rê li serlêdanên temyîzê hatiye vekirin.    Parêzer Kiliç di serlêdana kir de bal kişand ser paketa nû ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin û wiha got: “Dixwazim cezayê muwekîlê min bê rawestandin û dosyeya wî ji nû de bê dîtin û divê ji Dadgeha Bilind re bê şandin.”   Bi vê yekê li bendê ye ku Aykol di rojên pêş de bê berdan.