Di doza Kemal Kurkut de dayikê qîr kir û got ‘kujerno’ 2019-10-24 13:34:53 AMED - Di doza Kemel Kurkut de, şandeya dadgehê dîsa daxwaza girtina polîsê bersûc Yakûp Ş. red kir. Dayika Kurkut Secan Kurkut bertek nîşanî biryarê da û ji polîsê bersûc re got “Tu qatilî.”    Danişîna 7’emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Yakup Ş. ku ne girtiye bi sûcdariya “bi bizanebûn kuştinê” bi cezayê muebatê tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîsa Yakup Ş. û parêzerê wî di danişînê de amade bûn. Dayika Kemal Secan û birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê Mehmet Emîn Aktar û Sîdar Avşar beşdarî danişînê bûn. Dayika Medenî Yildirim ê di şermezarkirina kalekola li Lîcê dihat çêkirin de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, parlamenterên HDP’ê Zeleyha Gulum, Serpîl Kamalbay û Salîha Aydenîz danişîn şopandin.     20 POLÎSAN DINIŞÎN ŞOPANDIN   Polîsan li ber edliyê û di korîdora danişînê de ewlekariyek mezin girtin. Balkêş bû ku polîs bi taybetî nêzî dayika Kurkut Secan û birayê wî Ferhat rûniştin. Nêzî 20 polîsan danişîn şopandin.    DI DERIYÊ DADGERAN DE KET HÛNDIR    Bal kêş bû ku welatî hemû dibin ewlekeriyek zêde de ketin hûndirê salonê, lê bersûc polîs Yakûp Ş. jî di deriyê dozger û dadgeran de ket hûndirê avahiya edliyê.     RAPORA ATK’Ê NEHAT    Şandeya dadgehê, diyar kir ku rapora wan ji Saziya Giştî ya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê xwestibûn nehatiye.   Parêzerê Malbatê Mehmet  Emîn Aktar jî, ji ber rewşa delîlên heyî û dosyeya ATK’ê xwest polîs bersûc bê girtin.    DAXWAZA GIRTINÊ HAT REDKIRIN    Şandeya dadgehê, bi hinceta ku dem ser bûyerê re derbas bûye û îhtîmala ku nikare delîlan reş bike daxwaza girtina bersû polîs Yakup Ş. red kir. Dadgehê biryar da ku li benda rapora kesê pisporê ya ji Saziya Giştî ya ATK’ê xwestin bimînin û danişîn taloqî 14’ê Cileya 2020’an kir.    QÎR KIR Û GOT ‘KUJER’   Dayika Kurkut  Secan Kurkut  piştî biryara şandeya dadgehê, bertek nîşanî bersûc Yakup Ş. û parêzerên wî dan. Dayikê qîr kir û got “Kujer.” Polîsan dûre dayika Kurkut ji salona danişînê derxistin.    'YÊ KU KEMAL KUŞT DINAVA ME DE DIGERE’   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, piştî danişînê li ber edliyê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ev 7 danişînin bersûc bêyî ku bê girtin tê darizandin. Dest û milên xwe dihejîne û dinava me de digere. Girtîgeh tije mirovin. Mirovên ku tenê Tweetekê jî avêtine niha girtîne. Lê polîsên ku Kemal kuştin dest û milên xwe dihejînin û dinava me de digerin. Carek din edalet tê kuştin û ji bo ku ev yekê çênebe, divê hiqûq bê bicih anîn.”