Daneşîna Ferhat Tûnç taloq bû 2019-10-24 12:54:00   STENBOL - Daneşîna doza ku ji ber parvekirinên li ser medyayê civakî li hunermend Ferhat Tûnç hatibû vekirin, hat dîtin.   1'emîn daneşîna doza ku bi hinceta di parvekirinên xwe yên li ser medyayê civakî yên sala 2016'an de "heqaretê" li Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim kiriye, li hunermend Ferhat Tûnç hatibû vekirin, hat dîtin. Daneşîn, li 16'emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê hat dîtin û ji ber ku li derveyî welat bû Ferhat Tûnç tevlî nebû, tenê parêzera wî Fatma Hopîkoglû tevlî bû.    'DI ÇARÇOVEYA AZADIYA RAMANÊ DE YE'   Di daneşînê de piştî tespîtkirina nasnameyê Parêzer Fatman Hopîkoglî mafê axaftinê girt û dest bi parastinê kir. Hopîkoglû diyar kir ku muewkîlê wê li derveyî welat e û daxwaz kir ku parastina muwekîlê wê bi rêya îstînabeyê bê girtin û ev tişt gotin: "Jixwe hemwelatiyê Almanyayê ye. Ne diyar e ku kîngê were Tirkiyeyê. Divê ku twîtên hatine parvekirin di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin." Herî dawî Hopîkoglû destnîşan kir ku piştî ku parastina muwekîlê wê bê girtin dê daxuyanî bide.   DOZ TALOQ BÛ   Heyeta dadgehê iştî navberdayînê biryara xwe aşkera kir û ji bo ragihandina navnîşana Tûnç mehek dem da. Heyeta dadgehê her wiha daxwaza Parêzer Hopîkoglû ya girtina parastinê ya bi rêya îstînabeyê qebûl kir û ji bo ku prastina Tûnç bi rêya îstînabeyê bê girtin, daneşînê taloqî 14'ê Nîsana 2020'î kir.