Operasyona eskerî ya li bejahiya Licê bi dawî bû 2019-10-24 11:30:29   AMED -  Hat diyarkirin ku operasyona eskerî ya li bejahiya navçeya Licê ku beriya demekê dest pê kiribû, bi dawî bûye.    Hat ragihandin ku perasyona leşkerî ya di 22'ê Cotmehê de li gundên Dêrxûs, Sîsê, Hazmaz, Gir û Banederan ên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin, bi dawî bûye. Di dema operasyonê de leşkeran bi ser gundê Sîsê de girtibûn û welatiyên bi navê A.B. û B.B. binçav kiribûn. Yekîneyên leşkerî ku ji bo operasyonê çûbûn bejahiyê bi wesayîtên sivîl careke din vegeriyan navenda navçeyê.     Walîtiya Amedê jî têkildarî operasyonê daxuyaniyek da û aşkera kir ku di çarçoveya operasyonê de 4 ton û 562 kîlo esrar û 900 ta kenewîr hatine desteserkirin.