Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut kirin hucreya yek kesî 2019-10-24 11:30:03   MÊRDÎN - Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û hat girtin, li girtîgehê bi hinceta ku “cih tuneye” di hucreya yek kesî de tê girtin.    Hevşaredarê Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Ferhat Kut ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û hat girtin, di 21’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê hatibû kirin.    Hevşaredar Ferhat Kût li girtîgehê bi hinceta “cih tuneye” di hucreya yek kesî de tê girtin. Kut bi navbeynkariya  parêzerên xwe diyar kir ku ji roja sewqî Girtîgeha Xerpetê hatiye kirin ve, avê nadin wî û bi hincet teyfik tuneye jî xwarinê nadinê.