Serokomariyê beriya êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferman daye çapemeniyê 2019-10-24 11:20:10   ENQERE - Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, beriya êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, bi hemû nûnerên çapemeniya girêdayî xwe re hevdîtin kiriye û ji bo dê çawa “Rojnamegeriyê" bikin hişyar kirine.    Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de êrîşên bi tang, top û balafiran dest pê kir. Di roja 9'emîn a êrîşan de di 17'ê Cotmehê de Tirkiye û DYA li hev kirin û agirbest îlan kirin. Derket holê ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, beriya êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, bi hemû nûnerên çapemeniya girêdayî xwe re hevdîtin kiriye û ji bo dê çawa “Rojnamegeriyê" bikin hişyar kirine. Di lîsteya ragihandinê de hatiye diyar kirin ku wê OSO wekî “Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) " pênase bikin. Dîsa nûçegîhanên ku li herêmê weşana zindî bikin jî hatine hişyarkirin. Di hişyariyê de xwestiye ku nûçeyên eskerên jiyana xwe ji dest dane neyên mezinkirin. Dîsa xwestine ku êrîşên PKK’ê zêde neyên mezinkirin. Hatiye xwestin ku parvekirinên li ser medya civakî jî bi baldarî bê dayîn.