Polîsan bi maşineya zirxî lêxistin û reviyan: Dibe ku zarok seqet bimîn e 2019-10-24 10:44:06 ŞIRNEX - Hamza Ogdem ê li Sîlopiyê maşîneya zirxî ya polîsan lê xist, ev du heftene nikare bi rêve biçe. Dayika Ogdem Zeybnep Ogdem, diyar kir ku piştî polîsan bi maşineya zirxî li kurê wê xistin ji cihê bûyerê reviyan û wiha got: “Tu lêpirsîn nehat vekirin. Dibe ku kurê min seqet bimîne.”   Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di 9’ê Cotmehê de, wesayîta zirxî ya polîsan li zarokê 7 salî Hamza Ogdem xist. Malbata Ogdem ê ji lingê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Ogdem li nexweşxanê ji piyê xwe hat emeliyatkirin û 3 hêsin bi lingê wî ve girê dan. Ogdem piştî 3 rojan ji nexweşxanê hat taburcukirin. Ogdem ji roja bûyerê ve nikare bimeşe û her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe. Dayik Zeynep Ogdem, derberê bûyerê û rewşa tenduristiya kurê xwe de axivî.    'POLÎS DURE REVEIYA’   Dayika Hamza Zeynep Ogdem, diyar kir ku piştî polîsan bi wesayîta zirxî li kurê wê xistin ji cihê bûyerê bi lez dûr ketin û wiha axivî: “Piştî lêxistina maşineyê rewşa kurê min pir nebaş bû. Çawan me rakir nexweşxanê girtin emeliyatê. Ji çend cihan hestiyê lingê wî şikiya bû. Ev 15 rojin em wî dibin pansuman dikin. Kurê min pir êş dikişîne.”    RÎSKA KU SEQET BIMÎNE HEYE   Dayîka Ogdem, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî dermankirina nexweşxanê, me got wê zarokê me baş bibe. Ji ber vê me gilî nekir. Ji em niha pîşman bûne ku em gilî nekiriye. Niha rîska ku zarokê me seqet bimîne heye. Divê bijîşk carek din wî emeliyat bikin. Kurê min niha ji ber wan nikare bimeşe û bi hevalên xwe re bilîze. Li gorî dizanim derbarê her du polîsan de tu lêpirsîn nehatiye dest pê kirin. Ger kurê min seqet bimîne, heya ku ew ceza negirin ezê dest ji wan bernedim.”