Îlham Ehmed li Congressa Amerîkayê bi wêneyan hovîtiyê vegot 2019-10-24 10:20:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed li Kongreya Amerîka axivî û got artêşa Tirkiyê komkujiyên hovane li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye û herî dawî destdirêjî li hember cenazeyê şervanekê hat kirin. Ehmed got: "Tirkiyê bi navê 'artêşa azad' çeteyên DAIŞ'ê diparêze."   Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed der barê êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya endamên Congress a Amerîkayê axivî. Rûniştin bi armanca nîqaşkirina biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê pêkanîna guhertinekê di siyaseta Amerîkayê de li Sûriyê bi rêve çû.   Îlham Ehmed a bi zimanê Kurdî axivî, spasiya endamên Congressê kir ku derfet dane û wê vexwendine civînê.   Ehmed got: "Çend salên di hundirê Sûriyê de şer tê meşandin kêlî bi kêlî, deqe bi deqe me jiyan kir û him jî me ji bo jiyaneke azad em ava bikin me kar û xebat kir. Gelê me yê Kurd, Ereb û Suryan bi hev re jiyaneke azad ava kir heta piştî rizgarkirina ji sedî 30 xaka Sûriyê ji DAIŞ'ê.  Di bin siya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hemû ol û bawerî ji Êzidî, Suryan û Xiristiyan bi hev re dijîn. Me hêvî dikir piştî tinekirina DAIŞ'ê jiyaneke azad ava bikin."   Ehmed bi bîr xist ku di şerê wan ê li dijî DAIŞ'ê de 11 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û 25 hezar kes jî parçeyên ji bedena xwe winda kirine. Hêzên Amerîkî cihê spasiyê ne ku me bi hev re şerê li dijî DAIŞ'ê kir û serkeftin bi dest xist."   'PIŞTÎ PEYWENDIYA TRUMP Û ERDOGAN TIRKIYE ÊRIŞ KIR'    Ehmed diyar kir ku hêzên Amerîkayê soza parastina herêmê heta piştî tinekirina DAIŞ'ê  û peydakirina çareseriyeke aştiyane ji bo aloziya Sûriyê dabû û wiha got: "Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser kantona Efrînê, Amerîka ji me re got ku ew nikarin alîkariya me bikin, ji ber leşkerên me li herêmê tine ne, gotin cihên leşkerên me lê hene, em ê nehêlin êrîş lê çêbibin. Ji bo wê jî baweriya me bi Amerîkayê re çêbû. Me dizanî ku heger êrîşek li ser me çêbibe herî kêm wê Amerîkayê wê nehêlibe êrîş çêbibe, li ser vê esasî baweriya me hêzên Amerîkayê û heta beriya êrişên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû. Me texmîn dikir ku Amerîkayê dê esîman li beramberî firokên dewleta Tirk bigire. Ji bo ku êriş li ser herêmên me çênebin me mekanîzmeya ewlehiyê qebûl kir. Ji ber vê yekê me hêzên xwe li ser sînor vekişand û dewriyeyên hevbêş ên Amerîka û Tirkiyê li ser sînor hatin meşandin. Lê piştî peywendiya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan me nas ku Tirkiyê dê êrişî herêmê bike."   'ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANÎN'    Ehmed wiha domand: "Em şaş man û hêvî nakin ku pêk were. Lewra me mafê parastina rewa bi kar anî. Tirkiyê êrişî axa me kir. Hêzên me jî bersîv dan. Di dema ku hêzên me karê xwe di tunekirina şaneyên DAIŞ'ê de berdewam dikir. Ji ber êrîşên Tirkiyê 300 hezar kes ji neçarî koçber bû û piraniya wan zarok 250 kes şehîd bûn û hîna 300 kes winda ne."   Ehmed destnîşan kir ku bajarê Serêkaniyê bi temamî wêran bûye û got: "Çeteyên artêşa Tirk a dagirker siyasetmedarên me kuştin. Yek ji van siyasetmedaran Hevrîn Xelef bû. Komkujî li ser sivîlan pêk anîn. Her wiha gaza fosfor ya kîmyawî der li dijî sivîlan de bi kar anîn. Ji ber tinebûna derfetan me nikarî ew tişt tehlîl bikin. Me hewl da şer raweste lê Tirkiyê êrişên xwe berdewam kir heta ku bi dirêjahiya 120 km û firahiya 32 km derbasî bajarê me bû."   'YÊN KU LI NEW YORKÊ TEQÎN PÊK ANÎ NIHA DI HEFSA ME DE YE'    Ehmed got: "Kesên bi artêşa Tirk a dagirker re kar dikin mîrên çeteyên DAIŞ'ê ne, îdia dikin ku artêşa azad in û li dijî hêzên me şer dikin. Ew her tim bi serîjêkirinê tehdît dikin û heman sloganên DAIŞ'ê bi kar tînin. Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên me gelek girtiyên DAIŞ'ê ji girtîgehan reviyan. Di nav de 6 Fransî, 2 Balcîkî û 10 kes nasnameya wan ne diyar e. Hîna xeterî li ser ewlehiya Amerîka hene. Yê ku New York teqand niha di girtîgehên me de ne û rewş jî xeter e û Tirkiyê wan diparêze. Erdnîgariya herêma me hate parçekirin di dema ku DAIŞ'ê hîna êrişên xwe li ser herêmê didomîne. Bi cenazeyê şervanek ji şervanên me yên ku şerê DAIŞ'ê kiriye leyîstin."   WÊNEYÊN HOVÎTIYÊ NÎŞAN DA   Ehmed di dawiya axaftina xwe de hinek ji wêneyên komkujiyên ku ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê û eskerên Tirk ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrişan de û wêneyên ku bikaranîna gaza fosfor û leyîstina bi cenazeyê şervana YPJ'ê Amara pêşendan û got: "Ew in ên ku artêşa Tirk a dagirker wan diparêze û bi opozîsyona Sûriyê nav dike."