‘Eger ji bo HDP'ê demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye' 2019-10-24 09:12:06 AMED – Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Filîz Kerestecîoglû, ji bo girtina hevşaredarên HDP'î û tayînkirina qeyûman, got: "Qedexe ji bo HDP'ê hene. Lê ger demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye."  Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, bal kişand ser girtina hevşaredarên HDP'î û tayînkirina qeyûman û got: "Qedexe ji bo HDP'ê hene. Lê ger demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye."    ‘NERZÎBÛNÊN ME TENÊ TÊR NAKIN'    Kerestecîoglû, bi bîr xist tê xwestin qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bê kirin û got, tayînkirina qeyûman tenê ji bo şaredariyên HDP'î nederbasdar e û bal kişand ser bêdengiya partiyên siyasî yên ji bo tayînkirina qeyûman. Kerestecîoglû, got: "Nerazîbûnên me tenê têr nakin. A rast ev ji bo partiyên siyasî yên din jî şermek e."    PÊKANÎNÊN ANTÎDEMOKRATÎK    Kerestecîoglû, bilêv kir ku li her derî fealiyetên wan ên siyasî tên astengkirin û bi pêkanînên antîdemokratîk re rû bi rûdimînin û got: "Êdî ev rewş ne rêyeke hiqûqî ye, divê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re bê şandin. Çimkî em HDP, nikarin fealiyetên xwe yên siyasî bikin. Di salên 90'î de jî ji ber rêyeke hiqûqî ya çalak tunebû, rasterast serî li DMME'yê dihat dayîn. A rast rewşa niha jî ne kêmî ya wê çaxê ye. Ji ber qedexeyan ne mafê xwepêşandanan, ne mafê civînan û ne jî mafê îfadekirinê heye. Loma em vê yekê qebûl nakin. Dîsa jî em têdikoşin. Lê belê bêdengiya partiyên din û parlementerên wan cihê şermê ye."    Kerestecîoglû, destnîşan kir ku wê li her derî têkoşîna HDP'ê bidome û bal kişand ser zext û zoriyên li ser kurdan û muxalifan. Kerestecîoglû, got: "Lê belê hatine dawiyê. Û wê piştî vê xweştir bibe."