Çepnî: Armanc fetisandina Şoreşa Rojavayê ye 2019-10-24 09:11:31 AMED – Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku Rojava tenê ne ji bo kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye cihê hêviyê û got, tenê armanceke êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, ew jî fetisandina şoreşa Rojavayê ye.  Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî ku ji bo şermezarkirina girtina hevşaredaran û oeprasyona leşkerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat Amedê, destnîşan kir ku tenê armanceke êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, ew jî fetisandina şoreşa Rojavayê ye.    ‘ÎKTÎDAREKE ÇETEBÛYÎ'    Çepnî, destnîşan kir ku AKP ji bo îktîdara xwe biparêze ji dewletbûnê veguheriye çetebûyînê û got, 18 sal in çîna karkeran dimête û bi siyaseta xwe ya rûxandina ekolojiyê jî erdnîgarî hemû pêşkeşî sermayeyê kiriye û gava vê yekê dike.    Çepnî, bilêv kir ku îktîdar ji bo netewperetiya li Tirkiyeyê bilind bike êrîşî kurdan dike û got: "Niha hikûmeteke ku ji xeynî parastina qoltixên xwe tu polîtîkayên wê nemane heye. Ev îktîdara ku nikare bi siyaseteke asayî tiştên dixwaze bi dest bixe, şer dike. Hêzên parastinê yên dewletê kiriye amûreke vî tiştî. Li Çiyayên Kazê, li Behra Reş li hemberî têkoşîna li dijî HES'an bi polîsan êrîşî gundiyan dike. Kesên ji dagirkerî, vî şerî û diziyê dibêjin na, wan dike dijmin."    ‘ROJAVA HÊVIYA ROJHILATA NAVÎN E'    Her wiha Çepnî, destnîşan kir ku Rojava tenê ne ji bo kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye cihê hêviyê.    Çepnî, ji bo qewimînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin "têkoşîneke hegemonîk" û got: "Amerîka, Rûsya, şerên wekaletê yên Tirkiye û Sûriyeyê hwd. Tenê derdek wan heye, ew jî fetisandina şoreşa Rojavayê ye. Hemû hewl didin Şoreşa Rojava bieciqînin. Lê belê niha gelê Rojava li dijî vê yekê li ber xwe dide. Xwedî roleke ku van lîstikan pûç dike. Em ê jî nehêlin vê yekê pêk bînin."